Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da 2021-07-05 13:44:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Avûsturyayê, derbarê karsaz Sezgîn Baran Korkmaz ê bi fihilkirina pere tê sûcdarkirin de biryara berdewama girtinê da.    Danişîna doza Serokê Lijneya Rêveberiya Holdînga SBK’ê Sezgîn Baran Korkmaz ku li ser daxwaza Amerîkayê li Avûsturyayê hatibû girtin, li bajarê Wels’ê hat dîtin. Heyeta dadgehê, di danişînê de der barê Korkmaz de biryara berdewama girtinê da. Di danişîna hat dîtin de tenê der barê binçavkirina wî ya 14 rojan de biryar hat dayîn. Mijara îadekirinê jî wê pişt re li dadgeha jortir were nirxandin.