Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin 2021-07-07 14:22:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Haîtiyê Jovenel Moise, li mala xwe bi sûîqastê hat kuştin   Li gorî nûçeyeke ku Reûtersê derbas kiriye; Serokkomarê Haîtiyê Jovenel Moise, li mala xwe bi sûîqastê hatiye kuştin. Li gorî nûçeyê komeke ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin derbasî koşka Moise bûne û êriş birine ser û ew kuştine. Di êrişê de hevjîna Moise jî birîndar bû û ew rakirine nexweşxaneyê.