Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin 2021-10-31 16:18:21   ENQERE - Di hevdîtina ku Erdogan û Biden pêk anîn de S-400, Sûriye, Afganistan û hilbijartinên Libyayê hatin nirxandin.    Hevdîtina ku di çarçoveya Civîna Bilind a Serokan a G-20'ê de di navbera Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de pêk hat bi dawî bû. Hevdîtina ku bi qasî 20 deqeyî hatibû plankirin saet û 10 deqe berdeam kir. Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû û hempîşeyê wî yê amerîkayî Anthony Blinken jî tevlî hevdîtinê bûn.    S-400 HATIN ROJEVÊ   Piştî hevdîtinê ji aliyê Qesra Spî ve derbarê hevdîtinê ev daxuyanî hat dayîn: "Biden hevkariya parastinê û weke mutefîkeke NATO'yê girîngiya Tirkiyeyê piştrast kir. Lê fikara Amerîkayê ya ji ber kirîna çekên rûs S-400'an jî qeyd kir. Di heman demê de Biden giringiya saziyên demokratîk ên bihêz, rêzgirtina mafê mirovan û serweriya hiqûqê ya aştîyane û aramiyê jî anîn ziman."    SURIYE Û AFGANISTAN   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Biden di hevdîtinê de daxwaza "berdewamkirina têkiliyên çêker, berfirehkirina qadên hevkariyê, bi awayekî berhemdar birêvebirina nêrinên nelihevkirî" aniye ziman. Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber feydên wê yên 20 salan ên li gorî mîsyona NATO'yê yên li Afganistanê Biden Tirkiyeyê pîroz kiriye û bi Erdogan re pevajoya siyasî ya li Sûriyeyê, alîkariyên mirovî yên ji b afganan, hilbijartinên Lîbyayê, rewşa li rojhilatê Behra Spî, hewldanên dîplomatîk ên li Kafkasyaya Başûr jî nirxandiye.    Erdogan û Biden hevdîtina xwe ya destpêkê di meha nîsanê de bi telefonê pêk anîbûn û piştre jî di çarçoveya Civîna Bilind a NATO'yê de li paytexta Belçîka Brukselê rû bi rû hevdîtin pêk anibûn.