Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê 2021-11-03 16:42:30   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê, kurdistanî ji Dîwana Edaletê ya Laheyê heta OPCW meşiyan û xwestin ku heyeteke biçe Herêma Kurdistanê ku êrîş lê pêk tên.    Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li dijî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê ji 24'ê nîsanê ve di êrişen xwe yên ser Herêma Kurdistanê de bi kar tîne, li ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Lahey ê Hollandayê li hev civiyan. Kurdan bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê protesto kirin û piştre ber bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya NY (OPCW) ve meşek li dar xistin.    Kurdistaniyan ji OPCW xwestin ku bi berpirsyarî rabe û heyetekê bişîne Herêma Kurdistanê ku Tirkiye liê êrîşên bi çekên kîmyewî pêk tîne. Kurdan, diyar kir ku Tirkiyeyê li herêmê sûcê şer kiriye û ji civaka navneteweyî xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.