Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin 2021-11-05 11:09:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesên navdar, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin. Heman kesan ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayekê kirin.   Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesayetên navber Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin. Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Zizek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC'ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tevlî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Însiyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin dest bi kampanyayekê kir.   Însiyatîfê ragihand ku li gorî pêvajoya heyî û rastiyên li ber çavan, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got, "Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Konseya Yekîtiya Ewropayê dikin ku PKK'ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîne."   Banga însiyatîfê ya ji bo kampanyayê wiha ye:   'MECBÛRÎ YE KU PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN'   "Çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd şertê destpêkê yê pêkhatina demokrasî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Her şer rojekê bi çareseriya siyasî bi dawî dibe. Ev rastî ji bo şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike jî derbas dibe. Çareseriya aştiyane û siyasî jî bi diyalogê û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke gengaz a diyalogê û danûstandinan divê PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) jî di nav de bi beşdariya hemû aliyan pêk were. Lê belê bicihkirina PKK''ê li lîsteya rêxistinên terorê bi tena serê xwe li pêşiya diyalog û danûstandinan asteng e.   Pêvajoya heyî û rastiya objektîf ferz dike ku PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî gelek pratîk û hincetên hiqûqî hene.   'ROLA N Û YA PKK'Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN LI BER ÇAVAN NEHATIYE GIRTIN'   Tevî vê yekê di mijara bicihkirina PKK'ê li lîsteyê de rewşa nû ya PKK'ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin. Di vê mijarê de ne pêvajoya aştî û danûstandinan a navbera PKK/Kurdan û hikumeta Tirk a navbera salên 2013-2015'an, ne jî rola nû ya PKK'ê ya di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ya li Rojhilata Navîn li ber çavan hatiye girtin.   DAÎŞ'ê di havîna 2014'an de beşeke mezin a xaka Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû; di dema vê dagirkeriyê de dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgirî dabû DAÎŞ'ê û ji bo DAÎŞ êrişê bibe ser Kurdên li Rojava bi her awayî alîkarî dabû. Lê belê gerîlayên PKK'ê di têkbirina artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de bi roleke diyarker rabûn û DAÎŞ hate têkbirin.   Têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pêşî li vê tevgera li dijî mirovahiyê girt ku li Iraq û Sûriyeyê mezin nebe. PKK'ê di şerê dijî DAÎŞ'ê de tevî herêmên Mexmûr, Şengal û Kerkûkê yên li Iraqê, her wiha li Bakurê Sûriyeyê jî bajarên Kobanê, Reqai Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic û Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.   'DI TÊKOŞÎNA DIJÎ DAÎŞ'Ê DE BI HEZARAN GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN'   Di Tebaxa 2014'an de PKK'ê dest li komkujiya DAÎŞ'ê ya li Şengalê werda û nehişt ku ev hovîtî mezin bibe; ji bo bi deh hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man bêne rizgarkirin, korîdoreke mirovî ava kir û bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Di encamê de jî li Iraq û Sûriyeyê di şerê dijî DAÎŞ'ê de bi hezaran gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan.   CIVAKEKE EXLAQÎ, EKOLOJÎK Û AZADÎPARÊZIYA JINÊ JI XWE RE DIKE ESAS   PKK ku li çar parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û hem ji aliyê hejmarê ve hem jî ji aliyê wesfê ve tevgera herî mezin a Kurdistanê ye, di nava Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê de tevgera gel a herî xurt e. Li cografyayeke mîna Rojhilata Navîn ku şer û nakokiyên etnîkî û olî lê gelekî zêde ye, tevgera PKK'ê jiyaneke ji gelek etnîsîteyan, ji gelek baweriyan û ji gelek çandan diparêze, azadiya jinê ji xwe re dike esas û jiyaneke polîtîk, exlaqî û ekolojîk ji xwe re dike bingeh.   'BI RÊYA LÎSTEYAN TÊKOŞÎNÊN REWA YÊN CIVAKAN TÊNE REŞKIRIN'   Dewletên serdest di bin navê 'şerê global ê li dijî terorê' de mîna ku di mînaka zexta dewleta Tirk a dijî gelê Kurd de tê dîtin, ji bo rewatiya muxalefetê ji holê rakin, ji bo têkoşîna maf û azadiyê ya mirovan bitepisînin, xwe li pişt pênaseya 'terorîst' vedişêrin. Dewletên serwer bi 'lîsteyên terorê' û 'lîsteyên qedexe' yên ku bi xwe ava dikin, têkoşînên rewa yên civakan reş dikin; di encama van pênaseyan de jî kiryarên nehiqûqî û zordar ji xwe re 'rewa' dikin.   DEWLETA TIRK XWE DISPÊRE PIŞTGIRIYA WELATÊN ROJAVAYÎ Û DAGIRKERÎ, TALAN Û QIRKIRINÊ DIKE   Bicihkirina PKK'ê li lîsteyên terorê û qedexe tê wateya piştgiriya ji bo kiryarên nehiqûqî, dij demokratîk ên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk pişta xwe dispêre vê piştgiriya dewletên rojavayî û dagirkeriyê, talan, qirkirin û komkujiyan dike; di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de kiryarên faşîst olperest li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dike.   'AŞTÎXWAZ BI 'TERORÊ' TÊNE SÛCDARKIRIN'   Hebûna navê PKK'ê li nava 'lîsteya terorê' ne tenê dibe sedem ku zext li gelê Kurd bê kirin; di heman demê de dike ku li Tirkiyeyê zext li parêzvanên mafên mirovan, akademîsyenên aştîxwaz, kedkarên çapemeniyê û rojnamevan û her kesên Tayyîp Erdogan rexne dikin bê kirin, bêne destgîrkirin û girtin.   Di rewşa heyî de Hevserokên HDP'ê jî di nav de bi sedan parlamenter û hevşaredarên HDP'î, rojnamevan, nivîskar û hunermend bi sûcdariya 'terorê' û 'terorîzmê' girtî ne.   DYE, Îngilistan, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa jî piştgiriyê didin vê rejîma zordar ku bi bahaneya 'şerê li dijî terorê' ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Ev lîste hîn jî ji bo nixumandina êrişên dîktatoriya Erdogan bi xurtî têne bikaranîn.   'BILA TAVILÊ JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN'   Weke ku tê zanîn, li ser daxwaza endamê NATO'yê dewleta Tirkiyeyê, sala 2002'an PKK li 'lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê' hate bicihkirin. Lê belê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê sala 2018'an bi biryarekê diyar kir ku PKK di navbera salên 2014-2017'an de bi rengekî neheq li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê hatiye hiştin. Dadgehê di hinceta xwe de ragihand ku biryara 'lîsteya terorê' ya ku DYE têkildarî PKK'ê wergirtiye xwe naspêre daneyên objektîf û şênber, her wiha bicihkirina PKK li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê jî xwe naspêre daneyên objektîf û şênber. Dîwana Edaletê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku sala 2013'an ji bo aştiyê kir.   Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020'î bi biryarekê destnîşan kir ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst bê dîtin; PKK di çarçoveya hiqûqa şer de bi statuya aliyekî şer divê were nirxandin.   Bi van hincetan, em ên ku mohra xwe li binî hene;   Alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin ku PKK tavilê ji lîsteyên terorê bê derxistin."   KESAYETÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ BANGAWAZIYÊ   Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awûstûrya Slavoj Zizek – Fîlozof/Slovenya Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê Miguel Urbán Crespo – Parlamenterê Parlamenta Ewropayê/Spanya Srecko Horvat – Fîlozof/Hirvatîstan David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya Paolo Ferrero -  Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê/Îtalya Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantin Prof. Achin Vanaik - Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /DYE Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Elmanya Prof. Raúl Prada Alcoreza - Zanîngeha San Andres /Bolivya Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela Villo Sigurdsson -  Şaredarê Berê yê Kopenhagenê Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê/Danimarka Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd Dr. Jonas Staal - Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Elmanya Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede