Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye 2021-11-08 11:10:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê, derbarê êrişa li dijî mala xwe axivî û diyar kir ku ew dizanin ku êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.      Duh di saetên şevê de li dijî mala Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ya li "Herêma Kesk" a li Bexdayê bi Balefira Bêmirov a Biçek (SÎHA) êriş pêk hatibû û tiştek bi Kazimî nebûbû. Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazîmî, têkildarî êrişa li dijî mala xwe daxuyaniyeke nû da. Kazimî, diyar kir ku ew dizanin êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin û wiha got: "Em ê rêça kesên ku duh sûc kirine lêkolîn bikin û em baş dizanin ku kê ne, di demeke nêz de em ê aşkera bikin."    Her wiha piştî êrişê li derdora "Herêma Kesk" û li gelek deverên Bexdayê tecdîrên ewlehiyê hatine bilindkirin û maşîneyên zirxî hatine bicihkirin.    BIDEN ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR   Li aliyê din piştî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony John Blinken, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî têkildarî êrişê daxuyanî da. Biden, êrişê şermezar kir û da zanîn ku ji bo dîtina faîlên êrişê ferman daye ku her cûre alîkarî pêşniyarî hêzên ewlehiya Iraqê bê kirin.