Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin 2022-02-12 12:55:20 ENQERE - Berdevkê Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî Stephen Smellie diyar kir ku Tirkiye, DAIŞ’ê li dijî hêzên kurd bi kar tîne û wiha got: “Divê dewletên navneteweyî barê DAIŞ’ê tenê li ser milê kurdan nehêlin û ji bo darizandina wan, hemwelatiyên xwe bibin.”  Endamên DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de êrişî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û xwest ku endamên xwe birevîne. Lê ev hewldan, ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat têkbirin. Ji 57 welatên cuda, zêdetirî 5 hezar DAIŞ’î li girtîgeha navbihûrî diman û di êrişa li dijî girtîgehê de 122 şervanên HSD’ê, xebatkarên girtîgehê û sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Piştî têkçûna êrişa DAIŞ’ê, Tirkiyeyê bi balafiran êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, Şengal, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Zirgan, Şehba, û Minbicê kir. Ev êrişên Tirkiyeyê weke “tola DAIŞ’ê dihilîne” hat şîrovekirin. Bêdengiya NY û hêzên navdewletî jî rê li ber nerazîbûnan vekir.   Têkildarî mijarê, Berdevkê Înîsiyatîfa Aştiyê ya li Kurdistanê (PIKC) û nûnerê Sendîqeya Unison a Ingilistanê ya Îskçoyayê Stephen Smellie bi ajansa me re axivî. Smellie dibêje ku divê barê DAIŞ’iyan tenê li ser pişta kurdan neyê hiştin û divê her dewletek hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê bibe.      ‘EV DAIŞ’Î LI WELATÊN XWE TUNDRAW BÛN’   Smellie anî ziman ku divê hêzên navdewletî DAIŞ’iyên xwe bibin û bidarizînin. Smellie wiha domand: “Berxwedana gelê kurd a li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û têkbirina DAIŞ’ê divê tu caran neyê jibîrkirin. DAIŞ’iyên ku ji 57 dewletên cuda di destê kurdan de ne. Divê ev dewlet bi berpirsyarî tevbigerin û di zûtirin dem de hemwelatiyên xwe bibin û bidarizînin. Ev kes beriya ku biçin Sûriyeyê, ji ewil li welatên xwe veguherîn kesên tundraw. Lê ew sûcên hovane li wir kirin. Divê bedeleka vê hebe. Ingilistan an jî dewletên din çima berpirsyariya vê li xwe nagirin? Di bingeha vê mijarê de îslamofobî heye ku ev tundrawî jî ji vê qewimî. Ji wan ditirsin, lewma dixwazin ku vê pirsgirêkê hinek kesên din çareser bikin. Anku berpirsyariyê didin ser milên kurdan.”   ‘DAIŞ BO HEMÛ CÎHANÊ XETERE YE’   Di berdewamê de jî Smelli got ku zindîbûna DAIŞ’ê ji bo hemû cîhanê xetere ye û wiha pê de çû: “Ya ji van dewletan ve ew pirsgirêk dê li Sûriyeyê bimîne. Lê DAIŞ’ê bi êrişa xwe nîşan da bû ku dê wisa nebe. DAIŞ ji holê ne rabû û heke bihêz bibe, dê dîsa derkeve. Ji bo pêşîlêgirtina vê pirsgirêkê divê bikevin nava tevgerê. Ingilistan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wek gava ewil bila hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bîne û alîkariyê bide hêzên kurd.”    'KURD, LI GORÎ PEYMANA CINEVÊ TEVGERIYAN’   Smellie bi domdarî bal kişand ser nêzikatiya HSD’ê ya di operasyonê de û ev nirxandin kir: “Tevî êrişên DAIŞ’ê jî, HSD gelek mirovî û biexlaq nêz bû. Rêveberiya Xweser, li gorî Peymana Hiqûqa Şer a Cinevê tevgeriya. Hewldana rehabîlîtekirina 700 zarokên DAIŞ’ê hêjayî pîrozkirinê ye ku dilovanî û mirovatiya gelê kurd nîşan dide. Divê ev zarok bên perwerdekirin lê ne li vir, li welatên xwe. Her wiha di nava van zarokan de yên ku sûcên hovane kirin hene. Divê ev kes bi rastiya xwe re rû bi rû bimînin.”      ‘TIRKIYE RASTE RAST ALÎKARÎ DA DAIŞ’Ê’    Di berdewamê de Smellie got ku Tirkiye DAIŞ’ê bi kar tîne û ev tişt anî ziman: “Kurd kengî bihêz bibin, DAIŞ êrişên mezin dike. Ya ku vê bi DAIŞ’ê dide kirin, Tirkiye ye. Dixwaze bi destê DAIŞ’ê ziyanê bigihîne kurdan. Têkçûna DAIŞ’ê nîşan da ku kurd hêj jî li herêmê bihêzin. Lewma Tirkiyeyê bêyî ku guh bide bertekên cîhanê, bi awayeke bêkontrolî êrişên hewayî kirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi awayeke raste rast piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Lê xuyaye ku tekane armanca Tirkiyeyê, tunekirina destkeftiyên kurdan e.”   ‘TIRKIYEYÊ SÛCÊ ŞER KIR’   Smellie diyar kir ku bombebarankirina Mexmûrê “sûcê şer e” û wiha berdewam kir: “Hêzên rojava jî di van êrişan de li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan. Ji ber berjewendiyên xwe, dengê xwe ji Tirkiyeyê nekirin. Lê Tirkiyeyê bi êrişa xwe sûcê şer kir û hemû hêzên bêdeng mayîn jî şirîkên vê êrişê ne. Li hêla din peymanên Ingilistanê yên leşkerî û bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hene. Li dijî hemû sûcên şer ên Tirkiye li dijî kurdan û bindestên din dike, çavên xwe girtin. Tevek jî ji ber berjewendiyên leşkerî û aborî bûn. Daxwaza min ji welatê min ew e ku peymanên xwe yên aborî û alîkariya leşkerî ya bi Tirkiyeyê re betal bikin.”    ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’   Herî dawî jî Smellie ev tişt anî ziman: “Wek Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî, plansaziyên me yên çalakiyan hene û dê hewldanên me bidomin. Em bênavber pêşnûmeyan didin parlamentoyê, mijarê dixin rojeva meclisê. Em hewl didin ku hikûmeta Ingilistanê Tirkiyeyê şermezar bike, li dijî binpêkirina helwestekî nîşan bide û têkiliyên xwe yên kûr vekole. Hewla me ew e ku em sendîqe û rêxistinên civaka sivîl jî têxin nava liv û tevgerê. Heta ku aştiyeke birûmet a mayînde çêdibe jî em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.”    MA / Gozde Çagrı Ozkose