Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê 2022-02-22 14:00:35   ENQERE - Nûnerê Bilind ê YE’yê Josep Borrel, bi lêv kir ku artêşa Rûsyayê ketiye Donbas a li rojhilatê Ûkraynayê.    Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, ragihand ku piştî Rûsyayê serbixwetiya Lugansk û Donetks ên li rojhilatê Ûkraynayê nas kir, artêşa Rûsyayê ketiye Donbasê. Li gorî nûçeya The Washington Postê, Borrrll got ku Donbasê weke perçeyekî Ûkraynayê dibînin. Borrell ê li Parîsê axivî wiha got: “Ez nabêjim ev dagirkeriyeke tam e, lê belê leşkerên rûs li ser axa Ûkraynayê ne.”   Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, aşkere kiribû ku wê artêşa wan operasyona “parastina aştiyê” bi rê ve bibe.