NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan 2022-03-01 14:27:27   CENEVRE - Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'yê Liz Throssel, derbarê şerê û Rûsya û Ûkraynayê de axivî û diyar kir ku di şer 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dane.   Li paytexta Swîsre Cenevreyê, 49'emîn Rûniştinên Mafê Mirovan ên Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) duh dest pê kir. Di rûniştinan de pêşniyarên ku ji bo qrîza Ûkraynayê bi rojeva lezgîn hatin kirin tên nîqaşkirin. Rûniştinê duh axaftina wezîrê karên derve yê welatan dest pê kiribû. Îro li bendê ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî tevlî rûniştinan bibe, lê ji ber qedexeyên qada hewayî ya welatên Ewropayê Lavrov nikare tevlî tûniştinan bibe.    BÎLANÇOYA    Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'yê Liz Throssel, di rûniştinan de derbarê şerê û Rûsya û Ûkraynayê de axivî û diyar kir ku di şer 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dane. Throssel, da zanîn ku ji van 136 sivîl in û her wiha agahî da ku 40 kes jî di şer de birîndar bûne.    6 HEZAR Û 400 KES HATINE GIRTIN   Throssel, derbarê çalakiyên ku li Rûsyayê li dijî şer tên lidarxistin de jî agahî dan û diyar kir ku di van çalakiyan de 6 hezar û 400 kes hatine hatine girtin.   600 HEZAR KES TERKA ÛKRAYNAYÊ KIRINE   Berdevka Komîsertiya Bilind a NY'yê Shabia Mantoo jî da zanîn ku 600 hezar kes heta niha Ûkraynayê terk kirine   MA / Rüştü Demirkaya