Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide 2022-03-01 15:21:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a Iraqê, ji bo serlêdanên namzetiya serokomariya Iraqê biryara xwe da. Dadgehê got: “Nabe ku kesek cara duyemîn bibe namzet.” Bi vê biryarê re rê li ber PDK’ê hate girtin ku namzetê xwe diyar bike.  Dadgeha Federal a Iraqê têkildarî serlêdanên duyemîn ên ji bo serokomariyê biryara xwe da. Li gorî biryarê, carek din vekirina deriyê ji bo namzetiya serokomartiya Iraqê qanûnî nîne. Dadgehê destnîşan kir ku PDK nikare li şûna Hoşyar Zebarî, keseke din weke namzetê xwe yê serokomariyê nîşan bide.    Her wiha dadgehê da zanîn ku divê biryara dubare vekirina deriyê serlêdana ji bo namzetiya serokomariya Iraqê ne ji aliyê serokatiya parlamentoyê lê divê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve bê dayîn.