Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike 2022-03-07 16:00:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan dê ji bo beşdariya Forûma Dîplomasiyê serdana Tirkiyê bike.   Di navbera 11-13'ê adarê de bi beşdariya gelek serokdewlet, serokwezîr û wezîrên welatan li Antalyayê Forûma Dîplomasiyê bê lidarxsitin. Hat aşkerakirin ku wê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan jî ji bo beşdariya vê foruûmê dê serdana Tirkiyê bike.    Demeke dirêj e qrîzên dîplomatîk di navbera Tirkiye û Ermenistanê de hene û ji ber vê sedemê hevdîtinên dîplomatîk di navbera wan de pêk nedihatin.