Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir 2022-03-09 10:13:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja 14'an a şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ji bo tehliyekirina sivîlan Rûsyayê li hin bajaran agirbestê cara duyemîn dirêj kir. Li dijî danekirinên aborî û çandî yên welatên rojavayî Rûsya jî îxrackirina hin berheman qedexe kir.    Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di roja 14'an de berdewam dike. Rûsya, biryara agirbestê ku duh ji bo tehliyekirina sivîlan girtibû îro dirêj kir. Payutext Kîev jî di nav de li bajarên mîna Çernîhîv, Sûmî, Harkov û Marîûpolê ji bo tehliyekirina sivîlan li gorî saeta Moskovê saet di 10.00'an de careke din agirbest ragihand.    Geşedanên derbarê şer de wiha ne:    12.59 RÛSYA 248 KESAN TEHLIYE KIR    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku ji bajarê Herson ê Ûkraynayê bi trênê bizirxî 248 biyaniyan tehliye kirine. Di nav van kesan welatiyên Tirkiye, Misr, Azerbaycan, Pakistan, Swêd, Îtalya, Brezîlya, Hîndistan û Mexrîbê hene.    12.40 WEZARETA KARÊN DERVE YA RÛSYAYÊ: ARMANCA ME YA GUHERTINA HIKÛMETÊ TUNE YE    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, diyar kir ku weke plan kirine şerê ku li dijî Ûkraynayê dane destpêkirin bi rê ve diçe û ragihand ku armanca wan a guhertina hikûmeta Ûkraynayê tuneye.    12.38 PÛTÎN FONA HEBÛNÊ KIR DEWRÊ    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, qanûna ku rê dide Fona Hebûnê ya Neteweyî erê kir    12.08 ÛKRAYNA WELTÎBÛNÊ DIDE KESÊN ŞERKER    Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Yevhen Yenîn, soz da ku wê welatîbûnê bidin kesên li Ûkraynayê li dijî Rûsyayê şer bikin.   11.58 AKAR: WÊ KEŞTÎ DI DEMEKE HERÎ KURT DE BÊN    Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, ji bo keştiyên ku ji ber şer li bendergehên Rûsyayê tên rawestandin ev tişt got: "Wê di demeke herî kurt de bên Tirkiyeyê. Em li benda geşedanên erênî ne."   11.57 SIVÎL JI SÛMIYÊ BI WESAYÎTAN DERTÊN    Piştî ku "Qorîdora mirovî" vebû sivîl bi wesayîtan dest bi derketina ji bajarê Sûmî yê Ûkraynayê kirin.    10.59 YE: HETA DAWIYA VÊ ZIVISTANÊ EM NE GIRÊDAYÎ GAZA RÛSYAYÊ NE    Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Ûrsûla von der Leyen, diyar kir ku heta dawiya vê zivistanê pêwistiya wan bi gaza ku ji Rûsyayê tê kirîn nîne û ew gaza sirûştî ku bêtir hatiye şileyîkirin dikirin.    10.48 RÛSYA: SANTRALA NUKLEERÊ ÇEK HAT DÎTIN    Mihafizên Neteweyî yên Rûsyayê (Rosgvardiya), ragihand ku li Santrala Nukleerê ya Zaporojyayê 500 çek hatine dîtine. Li gorî nûçeya ku Spûtnîkê derbas kiriye, serhengekî derbarê mijarê de ev agahî dane: "Dema ku santral hat kontrolkirin, çekên giran jî di nav de cebilxaneyeke zêde hat dîtin. Ev cebilxane li beşên hêzê yên santralê bûn. Bi awayekî micid amadekariya şer dihat kirin."   08.45 JI BANQEYA NAVENDÎ YA RÛSYAYÊ BIRYARA DANEKIRINAN    Banqeya Navendî ya Rûsyayê, firotina bi perê biyanî ji îro (9'ê adarê) heta 9'ê îlonê qedexe kir.    08.00 FÎTCH, NOTA RÛSYAYÊ DAXIST    Saziya Pîlekirina Qrediyê ya Navneteweyî Fîtch Ratîngs, nota qrediyê ya Rûsyayê ji "B'yê" daxist "C'yê".    07.00 AMERÎKA PATRÎOTAN DIŞÎNE POLONYAYÊ    Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê, aşkera kir ku wê 2 bataryayên Patrîotan bi armanca parastinê bişîne Polonyayê.    02.30 PENTAGONÊ PÊŞNIYARA POLONYAYÊ RED KIR    Pentagon, aşkera kir ku nêrîna Polonyayê ya balafirên xwe ji bo şandina Ûkraynayê bike bin fermana Amerîkayê di NATO'yê de bûye sedema fikaran û nêrînek ne baş e.    00.20 RÛSYAYÊ AGIRBESTÊ DIRÊJ KIR    Rûsya agirbesteke demkî ku bi saeta Moskovê (Bi saeta Ûkraynayê 09.00) saet di 10.00'an de dest pê bike ragihand. Hat ragihandin ku wê bi agirbestê re li Kîev, Çernîhîv, Sûmî, Harkov û Marîûpolê destûra qorîdorên tehliyekirina sivîlan bê dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Rûsyayê ve hat dayîn de ev tişt hat gotin: "Rûsya di 9'ê adarê de bi saeta Moskovê saet di 10.00'a de agirbest îlan bike û amade ye qorîdorên mirovî ava bike."