ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin 2022-03-13 11:02:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hevdîtinên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de heta niha encamek derneketiye. Şerê di navbera her du aliyan de niha jî bi bombebarankirina bajaran didome.  Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, du hefte li pey xwe hişt. Dewletên rojavayî ku niha polîtîkaya dij-şer dimeşînin, li rexekî li pey hewldanên lihevkirinê û li hêla din jî çekan bo Ûkraynayê dişînin. Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn, bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî Almanya û Fransayê diyar kirin ku Putîn ji bo bidawîkirina şer amade nîne.    “Şerê hegemonyayê” yê di navbera Bloqa Rojava ku NATO serkêşiya wê dike û Rûsyayê, niha li Ûkraynayê berdewam dike. Di nava van du hefteyên dawî de bi hezaran sivîlan, jinan, zarokan û leşkeran jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan ûkraynî jî koçber bûn. Şer, niha bi bombebarankirina bajarên Ûkraynayê berdewam dike.    Geşedanên dawî wiha ne:   15.00: 35 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Waliyê Lviv Oblastê Maksym Kozytsky da zanîn ku Rûsyayê li dijî qada perwerdekirina leşkeran êrişa hewayî pêk anî û di encama êrişê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 134 kes jî birîndar bûn.   14.20: ŞAREDAREKE DIN JÎ HATE REVANDIN   Serokê Şaredariya bajarê Dniprorudneyê Yevhen Matviiv ji hêla yekîneyên Rûsyayê ve hate revandin. Ji destpêka şer heta niha du hevşaredar ji hêla leşkerên rûs ve hatin revandin. Têkildarî mijarê Waliyê Zaporizhzhia Oblastê Olexandr Starukh got ku êdî şerên sûc bi awayeke sîstematîk tên kirin. Serokê Şaredariya Melitopolê Ivan Fedorov hêj di destê hêzên Rûsyayê de ye.   14.00: LI QADA PEVÇÛNAN A MARİUPOLÊ TIRKIYEYÎ JÎ HENE Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) de li ser pirseke derheqê hemwelatiyên Tirkiyeyê yên xwe spartin mizgefteke Mariupolê, ev agahî dan: “Hinek hemwelatiyên me li qadên pevçûnan ma ne. Bi taybet jî li Mariupolê.” 13.10: ÊRIŞÎ TRÊNA PENABERAN KIRIN Kargeha rêhesin a neteweyî ya Ûkraynayê da zanîn ku trêneke ji bo penaberên ji rojhilatê Ûkraynayê hatine veguhestin bîne bi rê ketî, ji hêla artêşa Rûsyayê ve hatiye hedefgirtin û di êrişê de konduktorekî jiyana xwe ji dest da ye. 12.30: 9 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN Waliyê Lvivê da zanîn ku hêzên Rûsyayê êrişî baregehên leşkerî yên rojava kiriye. Walî, diyar kir ku Rûsyayê 30 moşek avêtîne cihê baregehê, di êrişê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 57 kes jî birîndar bûne. 11.30: LI APARTMANEKÊ HATE XISTIN Di êrişa hewayî ya Rûsyayê de avahiya Çernihivê hedef hat girtin. Waliyê Chernihiv Oblastê Viacheslav Chaus diyar kir ku di encama êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da ye. 11.15: INGILISTAN: RÛSYA DORPÊÇ DIKE Ingilistanê da zanîn ku artêşa Rûsyayê hewl dide hêzên Ûkraynayê dorpêç bike. Wezareta Parastinê ya Ingilistanê diyar kir ku hêzên Rûsyayê ji hêla bakur ve li Harkovê û li başûrê welêt jî ber bi Mariupolê ve pêş dikevin û dixwazin hêzên Ûkraynayê dorpêç bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku hêzên Rûsyayê yên ku ber bi Kirimê pêş dikevin, ji bo ku berê xwe bidin Odesayê niha hewl didin Mykolaivê derbas bikin. 11.10: HEVDÎTINA ZELENSKY-BENNETT Têkildarî hevdîtina Zelensky û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett daxuyanî hat dayîn. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îsraîlê, Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Zelensky û Serokwezîrê Îsraîlê Bennett derheqê dîtina rêyeke sekinandina şer û hewldanên Îsraîlê yên ji bo sekinandina pevçûnan de axivîne. Her wiha hat gotin ku Zelensky ji bo berdana Serokê Şaredariya Melitipolê alîkarî ji Îsraîlê xwestiye. 11.00: UKRAYNA: TEKLÎFÊN ME HENE Alîkarê Serokê Ofîsa Serokwezîrtiyê Dewleta Ûkraynayê Mihail Podolyak da zanîn ku hindik ma ye ku ew û Rûsya li hev bikin û wiha domand: “Hinek teklîfên me hene ku ziyan negihije berjewendiyên Rûsyayê û Ûkrayna jî ziyanê nebîne.”  10.15: 8 MOŞEK HATIN AVÊTIN   Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê 8 moşek avêtine Navenda Parastina Aştiyê û Ewlekariyê ya li bajarê Lviv ê Ûkraynayê. Şaredariya Lvivê têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Dagirkeran, êrişî Navenda Parastina Aştî û Ewlekariyê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha 8 moşek hatine avêtin.”    09.45: LI ÇEKÊN ROJAVAYIYAN XISTIN    Rûsyayê, li herêma Lvîv a li nêzî sînorê Polonyayê li baregeheke leşkerî xist ku dihat gotin ku çekên ji dewletên rojavayî dihatin lê vê derê dihatin belavkirin.    07.45: DÊR HATE BOMBEBARANKIRIN   Hat ragihandin ku Rûsyayê li bajaroka Svyatogorsk a li Herêma Donetskê li dêrê xist ku sivîl tê de hebûn. Her wiha li dijî bajarê Gostomel ê li heman herêmê jî êriş hatin kirin. Çapemeniya Rûsyayê diyar kir ku balafirên Rûsyayê li deverên leşkerî yên girêdayî artêşa Ûkraynayê xistine.