Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin 2022-04-04 16:57:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên welatên Ewropayê û Rûsyayê rojbûna rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi hin çalakiyan hate pîrozkirin.    Li gelek bajarên welatên Ewropa û Rûsyayê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn bi hin çalakiyan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên bi hezaran kes tev li bûn de govend hatin gerandin û bi hin çalakiyên hatin lidarxistin ji bo Ocalan şitil hatin danîn.    RÛSYA   Kurdên li paytext Moskowayê li Mala Kurdan li hev civiyan û 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî li ser jiyana Abdullah Ocalan sînevîzyonek hate nîşandan. Nûnerên saziyên kurdan ên li Rûsyayê di pîrozbahiyê de peyam dan û diyar kirin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê kurd e, lewma li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hunermend Sare û Îbragîm Haciyev, Leyla Mgoyan û koma govendê ya Niştîman derketin ser dikê. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.   ÎVANOVA   Kurdên li bajarê Îvanovayê jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn li ser wateya rojê hestên xwe anîn ziman. Qisekeran diyar kirin ku bêyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kesî qala hebûna gelê Kurd nedikir û gotin, çavkaniya têkoşîna Kurdan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha hate ragihandin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e û sala 2022’yan wê bibe sala azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.   TAMBOV   Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê, li hev civiyan û rojbûna Rêberê PKK’ê pîroz kirin. Gelek zarok û ciwan di pîrozbahiyê de amade bûn. Zarokên Kurd helbestên ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandîbûn xwendin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.   AVÛSTÛRYA   Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, 4’ê Nîsanê roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate pîrozkirin. Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Aktaş anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd nikare azad bibe û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. Di pîrozbahiyê de ku nêzî 500 kes amade bûn dirûşm ji bo Abdullah Ocalan hatin qîrîn. Li gel peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a ji bo Newrozê, peyamên KCDK-E û HBDH’ê hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonek ji dîmenên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate nîşandan. Di pîrozbahiyê de Koma Dem, Seher Saran, Hozan Kamber, Kawa Ûrmiye û Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.   ÎTALYA   Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê, bi pêşengiya Komîteya Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin, ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û gelên bindest e. Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.