Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest 2022-04-13 21:35:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Perwerdehiya Nateweyî ya Îngilîstanê di kongreya xwe de piştgiriya ji bo kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî“ ragihand û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kir.    Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî (NEU) ku yek ji sendîkayên herî mezin û bi prestîj ên Îngilîstanê ye, piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî“ ragihand û kongreya xwe ya îsal bi banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi dawî kir.   Bi hezaran delegeyên kedkarên perwerdeyê yên ku di kongreya sendîkayê ya îro de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser “Freedom for Ocalan” nivîsandî hildan û doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.   Di kongreyê de meclîsê bang li hezaran delegeyan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hev re rabin ser pêyan. Li hêwana kongreyê hezar û 700 delegeyan bi awayekî hemwext wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li ser "Freedom for Ocalan" nivîsandî hildan û doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.   Delegeyên sendîkayê yên ji çar aliyê welêt hatin cem hev, gelek rêveberên sendîkayan, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdarî kongreyê bûn ku li bajarê Bournemouth ê li Başûrê Îngilîstanê pêk hat.    Tê zanîn ku li seranserê Brîtanyayê nêzî 500 hezar endamên sendîkaya NEU'yê hene.