DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir 2022-04-25 13:33:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Qereçoxê de leşkerekî artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest da.    Komên girêdayî DAIŞ’ê duh di saetên êvarê de li Çiyayê Qereçox ê li gundê Artek ê girêdayî Segeran a Mûsilê êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin. Di encama pevçûna li herêmê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.