Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike 2022-07-10 14:07:55 ENQERE - Serokkomarê Srî Lanka’yê Gotabaya Rajapaksa ragihand ku dê di 13’ê tîrmehê de îstîfa bike.    Çalakiyên li dijî hikûmetê yên li Srî Lanka’yê berdewam in. Serokkomarê Srî Lanka’yê Gotabaya Rajapaksa bi rêya Serokê Parlamentoya Srî Lanka’yê Mahînda Yapa Abeywardena ragihand ku dê di 13’ê tîrmehê de îstîfa bike.    Tê payîn ku heke Rajapaksa û Serokwezîr Ranil Wickremesingh îstîfa bikin dê Seroka Dewletê ya Srî Lankayê bibe Serokê Parlamentoyê Mahinda Yapa Abeywardena. Krîza aborî ya li Srî Lankayê didome û di vê çarçoveyê de jî hevdîtinên bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re berdewam dikin. Rayedarên IMF’ê dan zanîn ku rewşa li welêt ji nêz ve dişopînin.    ARTÊŞÊ JI BO PIŞTGIRIYÊ BANG LI GEL KIR   Bi saetan piştî agahiya îstîfayê ya serokkomar, Sefermandarê Artêşa Srî Lankayê General Shavendra Silva ragihand ku êdî ji serê sibeha îro ve derfeta çareseriyeke aştiyane çêbûye û ji bo parastina aştiyê banga alîkariyê li gel kir.    SEROKKOMAR HÊJ NIHA JÎ WINDA YE    Serokkomar Rajapaksa ji ber protestoyên heyî, bi keştiya NLS a artêşê ji avahiya xwe ya fermî ya li Kolombê reviya û tê gotin ku niha li Gajabahuyê ye. Rayedarekî hêzên behrê yê Srî Lanka’yî da zanîn ku heta şert û mercên ewlehiyê çêdibin dê Rajapaksa li ser behrê bijî.    11 JÊ ROJNAMEGER BI GIŞTÎ 102 KES BIRÎNDAR BÛN    Nexweşxaneya Neteweyî ya Kolomboyê da zanîn ji ber çalakiyên li Srî Lankayê heta niha 102 birîndar hatine nexweşxaneyê û ji van 11 jê rojnameger in. Hat ragihandin ku ji van 2 kes dema çalakiya li mala Rajapaksa dişopand  ji hêla parastvanên taybet ên serokkomar ve hatine derbkirin.    Nifûsa Srî Lanka’yê 22 milyon kes e û gel nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bikire. Bi giştî deynê derve yê Srî Lanka’yê 51 milyar dolar e.