Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin 2022-07-10 14:24:45   ENQERE - Li Efrîqaya Başûr li dijî du cihên şahiyan êrişên çekdarî hatin kirin û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di encama êrişa çekdarî ya li dijî cihekî şahiyan a li navçeya Soweto ya Johannesburgê ya Efrîqeya Başûr de 14 kes hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên polîsan parve kirine; 9 kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêkolîna cihê bûyerê didome. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin lê heta niha kesek nehatiye binçavkirin.    LI ROJHILATÊ WELÊT JÎ ÊRIŞ HATE KIRIN   Di heman demê de di 9’ê tîrmehê li dijî bareke li bajarê Pietermaritzburg a li rojhilatê welêt jî êrişeke çekdarî hate kirin. Hat zanîn ku êriş saet di 20.30’an de hate kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.