Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin 2022-07-17 11:39:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê ji ber lehiyê di nava 47 rojan de herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Li hin herêmên Hindistanê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û lehî bû sedema qezayên trafîkê. Di lehî û qezayên trafîkê de hejmara miriyan zêde dibe. Li gorî nûçeya ANI Newsê, li eyaleta Maharaştra ya dikeve rojavayê welat ji 1’ê hezîranê vir ve ji ber lehî û qezayên trafîkê herî kêm 102 kesan canê xwe ji dest daye. Di nûçeyê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 68 kes jî birîndar bûne.   Her wiha hat gotin ji 1’ê hezîranê ve 12 hezar kes ji eyalete hatine tehliyekirin û 189 sewal jî mirine.