Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne 2022-07-21 13:26:47 WAN - Zanyarê Siyasetê Farshad Pisoureha diyar kir ku li lûtkeya Tehranê destûra dagirkirina Rojava ji Tirkiyeyê re nehatiye dayîn û wiha got: “Na NATO, ne Rûsya û ne jî Îran piştgiriyê nadin polîtîkaya Erdogan û bi wê polîtîkayê re nînin.”    Zanyarê Siyasetê Dr. Farshad Pisoureha ku li Îranê dijî têkildarî lûtkeya li Tehranê ya di navbera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan de nirxand.    Pisoureha da zanîn ku du roj berê li Tehranê hevdîtineke gelek girîng hatiye kirin û wiha got: “Xala herî girîng a hevdîtinê, daxwaza êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava bû. Tekane armanca Tirkiyeyê û tekane xala li ser disekine, dagirkirina Rojava ye ku kurdan ji bo wê bedelên giran dan. Dixwaze statûya li wir tune bike û vê yekê li her deverê tîne ziman. Tirkiye naxwaze xeletiya ji bo statûya Herêma Federal a Kurdistanê kiriye li vir jî bike. Ji bo tunekirina vê statûyê bi sala ye her roj operasyonan dike û dixwaze kurdên li wê derê tune bike. Erdogan ev 20 sal in dixwaze xeyala Osmanî dîsa têxe meriyetê.”    ‘ÎRAN LI DIJÎ OPERASYONA ROJAVA DERKET’   Bi domdarî Pisoureha anî ziman ku Îran di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de li cem kurdan cih negirt û wiha domand: “Li dijî operasyonên Tirkiyeyê jî xwe li bêdengiyê da. Lê piştî serkeftina kurdan a li Rojava, vêcarê jî Îranê helwesteke li dijî Tirkiyeyê pêş xist. Li rexekî kurd nêzî DYA’yê dibûn, li rexa din hevkariya Tirkiye-Rûsyayê û her wiha endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê ku li dijî Îranê ye, kir ku Îran neçar bimîne hinek tercîhan bike. Di vê rewşê de Îranê bi şertê ku zêde pêşve neçin, dest bi piştgiriya kurdan kir. Ji ber ku pê hesiya ku Tirkiyeya hem bi NATO û hem jî Rûsyayê re têkiliyan datîne, tu sûdekî nade wê. Di hevdîtina du roj berê de jî Îranê peyameke girîng da û ji hemû cîhanê re got ku li dijî operasyona Tirkiyeyê ye.”    ‘ÎRANÊ HELWESTEKÎ ZELAL NÎŞAN DA’   Di berdewamê de Pisoureha got ku Îranê li dijî daxwaza operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava helwestekî zelal nîşan da ye û ev nirxandin kir: “Di vê hevdîtinê de du xal derketin pêş. A yekemîn;  got ku di darbeya 15’ê Tîrmehê de piştgirî dane Erdogan û jê xwestin ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re bi dawî bikin. A duyemîn jî; jê re got ku teqez li dijî êrişeke ser Rojava ne. Heta mirov dikare helwesta Îranê weke gefekê jî bibîne. Li gorî min pir aşkera bû ku di operasyoneke gengaz de Rûsya û Îran dê piştgiriyê nedin Tirkiyeyê. Anku em dibînin ku ne NATO, ne Rûsya û ne jî Îran polîtîkayên Erdogan napejirînin û li gel wan polîtîkayan nînin. Dibe ku li dijî van operasyonan derkevin lê em baş pê dizanin ku her çar welatên ku kurd lê dijîn jî naxwazin kurd bihêz bibin.”    ‘TEKANE POLÎTIKAYA WAN DIJMINATIYA KURDAN E’    Pisoureha, daxuyand ku Erdogan di hemû serdanên xwe de tenê polîtîkaya dijminatiya li kurdan derdixîne pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan her welatê ku diçê, bi xwe re polîtîkaya dijkurd dibe. Hemû polîtîkayên xwe faşîzan li Îranê jî anî ziman. Dixwaze rola xwe ya di şerê Rûsya-Ûkraynayê de xurtir bike û tekane armanca vê jî hilbijartinên sala 2023’yan e. Ji ber ku ew jî dizane ku tenê dijminatiya li kurdan dengê wî zêdetir dike.”   ‘HEDEF NE PKK GELÊ KURD E’    Têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlên Zaxoyê jî Pisoureha ev tişt anî ziman: “Helwesta Kazimî ya di van êrişan de baş bû lê mixabin kurdan bersivek nedan. Ji ber ku heta niha li dijî polîtîkaya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê tenê gotinekê jî nakin, hema hema rojane sivîl tên kuştin. Li vê derê armanc teqez PKK nîne, tevahiya gelê kurd e. Mebesta van êrişan, tunekirina xaka kurdan e. Dixwazin kurdan bêçare bihêlin, daristan û xwezaya wan tune bikin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn lê mixabin Herêma Federal a Kurdistanê bertekekî jî nîşan nade. Ev êriş, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Erê rast e Herêma Kurdistanê ji hêla aborî ve girêdayî Tirkiyeyê ye lê bila helwesta wan a di referandûmê de bînin bîra xwe. Divê malbata Barzanî siyaseta xwe zelal bike. Di êrişên wiha de ereb û Bexda jî ji kurdan bêhtir bertekan nîşan didin.  Ne bawerim ewqas nezan bin ku nezanin siyaseta Tirkiyeyê li dijî kurdan e. Hemû kurd li dijî van êrişan in. Lê baş dizanin ku heta destûra Herêma Kurdistanê nebe, Tirkiye nikare van êrişan bike û bikeve van herêman. Divê hemû kes li dijî van êrişên faşîzan derkeve lê herî zêde jî kurdên li Herêma Kurdistanê. Kurd li Rojhilata Navîn hêzekî mezin in û dikarin gelek serkeftinan pêk bînin. Lê ji bo vê yekitî lazim e. Pêdiviya wan bi NATO, Rûsya yan jî DYA’yê nîne. Heke siyaseta kurd bi gelê xwe bawer be, dikare vê bike.”    MA / Adnan Bîlen