NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin 2022-07-22 13:57:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê şermezar kir û ev bang kir: “Divê di zûtirin demê de lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.”    Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî komkujiya Tirkiyeyê ya li gundê Perex ê Zaxoyê ku 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl qetil kiribû, peyamek parve kir û komkujî şermezar kir.    Di daxuyaniya ji hêla Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NY’yê ve hatiye kirin de wiha hat gotin: “Sekreterê Giştî topbarana li dijî navçeya Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê ku di encamê de 8 sivîl hatin qetilkirin û 23 sivîl jî birîndar bûyîn, şermezar dike.”   Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku di zûtirin demê de lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin.    YE’YÊ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR   Ofîsa Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Karê Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî daxuyaniyek da û wiha got: “YE bi gelê Iraqê re ye. Hedefgirtina sivîlan tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Divê lêpirsîneke bibandor were destpêkirin.”