Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive 2022-07-23 10:10:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê wê îro li ser Qetlîama Zaxoyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat, civînek taybet li dar bixe.   Di 20’ê Tîrmehê de Tirkiyeyê seyrangeha li gundê Perex ê Zaxo topbaran kir û di encamê de yek jî pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûbûn. Wê îro Parlamentoya Iraqê bi mijara Qetlîama Zaxoyê civînek taybet li dar bixe.   Li gorî bernameya civînê, wê Wezîrê Parastinê û Serokerkanê Artêşa Iraqê tev li civînê bibin.