WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe 2022-09-13 16:47:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku rîskeke mezin heye ku li Sûriyeyê nexweşiya kolerayê belav bibe.    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, da zanîn ku li Sûriyeyê ji sala 2009’an heta niha cara ewile ku li gelek herêman rastî bi dehan bûyerên kolerayê tên. Rêxistinê diyar kir di encama gelek bûyerên kolerayê de mirin pêk tên.    Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê di roja duşemê de daxuyanî da û da zanîn ku di serî de li herêma Helebê, ji ber kolerayê heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 26 kes jî bi nexweşiyê ketine.    Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di roja şemiyê de ragihandibûn ku li herêmên Reqa û Dêrazorê 3 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane.    Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku nexweşiya kolerayê ji ber ava qirêj li Dêrazorê belav bûye.