Greta Thunberg tev li çalakiyên ji bo Nagîhan Akarselê bû 2022-10-06 10:53:31   ENQERE - Aktîvista hawîrdorê ya navdar Greta Thunberg ku li Stockholmê tev li çalakiya ji bo Nagîhan Akarselê hatibû li dar xistin bû, anî ziman ku ew ê her tim li gel gelê kurd ê ku dibêje “Jin jiyan azadî” bibin.    Jin li paytexta Swêdê ya Stockholmê ji bo Endama Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Bi banga Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê jin li cadeya herî qelebalix a Drotninggatanê kom bûn û aktîvîsta hawîrdorê ya navdar Greta Thunberg û hevalên wê jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan dowîzên “Firotina çekan a ji Tirkiyeyê re bi dawî bikin” hilgirtin.    ‘TÊKOŞÎNA ME HEVPAR E’   Greta Thunberg a tev li çalakiyê bûyî bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha axivî: “Em îro ji bo piştgirî bidin têkoşîna mafdar a gelê kurd hatin vê derê. Qetilkirina jinan a bi vî rengî ne nû ye, lê şermezarkirin û belavbûna çalakiyan a bi vî awayî gelek girîng e. Geşedanên li Îranê diqewimin di rojeva tevahiya cîhanê de ye û ev yek tiştekî erênî ye. Ji bo mirov hişyar bibin ne hewce ye qetlîamên bi vî awayî pêk bên lê dîsa jî hêvî didin. Têkoşînên ku em li cihên cuda cuda didin ji hev qût nîn in lê kurdên ku têdikoşîn pir wêrek in. Em ê her tim li cem wan bin. Îro li her dereke cîhanê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna jinan vedibêje û pênase dike.”    ‘JIN BI XWEZAYÊ RE YEK E’   Thunberg anî ziman ku têkoşîna ku ew didin jî berxwedanek e, jin bi xwezayê re bi yek e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek derdor nabînin ku jin bi xwezayê re yek in. Carnan hawîrdorparêzên me jî vê yekê nabînin.”     Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.