Li Taylandê li dijî kreşa zarokan êriş: 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin 2022-10-06 13:25:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişeke çekdarî ya li dijî kreşeke zarokan a Taylandê de 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin.    Li Eyaleta Nong Bua Lam Phu a rojhilatê bakurê Taylandê di êrişa çekdarî ya li dijî kreşeke zarokan de 43 kes hatin qetilkirin. Hat zanîn ku ji kesên hatine qetilkirin 23 jê zarok in.     Rayedareke ji Midûriyeta Taylandê Jakkapat Vijitraithaya destnîşan kir ku kesê êriş pêk anî, piştî êrişê derbasî mala xwe bû û tevî zarok û hevjîna xwe, xwe jî kuştiye.