Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin 2022-10-17 16:53:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Derayê li dijî wesayîteke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin.    Li gorî daxuyaniya Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêma di navbera Newa û Cibêliya yên li rojavayê Sûriyeyê, bi wesayîteke girêdayî 112’emîn Tûgaya Leşkerî ya Artêşa Sûriyeyê ve mayîn hat teqandin. SOHR'ê da zanîn ku di encama êrişê de ji artêşa Sûriyeyê kuştî û birîndar çêbûne.     SOHR'ê ragihand ku di nava sala dawî de li cihên cuda yên Derayê heta niha 437 êriş pêk hatine û gelemperî jê sivîl bi giştî di van êrişan de 373 kesan jiyana xwe ji dest dane.