Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da 2022-10-19 10:36:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Mervan Ozdemîr têkildarî hilbijartina serokkomartiya Iraqê got; “her kesê winda kirî, xwe serkeftî nîşan da” û ev nirxandin kir: “Heke partiyên kurd rageşiya di navbera xwe de bi dawî nekin, dê li ser navê kurdan hinek kesên din biryaran bidin.”    Bi ser hilbijartinên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê yên 10’ê cotmeha 2021’an re salek derbas bû. Iraqê, salek piştre karî hilbijartina serokkomariyê li dar bixe. Her çend ku di makeqanûnê de xaleke ku meqaman di navbera aliyan de destnîşan dike tune bû jî, ji sala 2003’yan heta niha serokkomartiya Iraqê kurd, serokwezîrtiyê şiî û serokatiya meclisê jî sunî dikin. Peymaneke bi heman rengî jî li Herêma Federal a Kurdistanê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) de heye. Li gorî vê; serokatî û serokwezîrtiya Herêma Federal a Kurdistanê PDK dike û Serokkomartiya Iraqê jî YNK dike. Di hilbijartinên 9’ê çileyê de serokê meclisê yê berê Muhammed Halbusî bi 200 dengan dîsa hat hilbijartin ku 329 kursiyên wê hene. Piştî hilbijartina serokê meclisê, hilbijartina serokkomartiyê rê li ber krîzên mezin vekir. Piştî krîza siyasî, di 13’ê cotmehê de hilbijartin hat kirin û namzetê serbixwe Latîf Reşîd bi 162 dengan hat hilbijartin ku 277 kes tev li hilbijartinê bûbûn. Namzetê YNK’ê û serokkomarê dema berê Berhem Salih tenê 99 deng standin.    Serokkomarê Iraqê yê nû Latîf Reşîd, pêr li Qesra Selamê ya li paytext Bexdayê bi toreneke fermî dest bi peywira xwe kir. Reşîd, di heman demê de ji bo avakirina hikûmetê jî Muhammed Şiya es-Sudanî peywirdar kir. Tê payîn ku hikûmeta Iraqê ya nû di nava 30 rojan de bê avakirin.    Rojnameger Mervan Ozdemîr ku li Herêma Federal a Kurdistanê dijî, têkildarî hilbijartinên serokkomartiyê û geşedanên piştre ji ajansa me re nirxand.    ‘ŞERÊ JÊ PAR GIRTINÊ’   Rojnameger Mervan Ozdemîr da zanîn ku Iraq, bi hezaran sala ye pirsgirêkên civakî dijî û wiha got: “Pirsgirêkên weke jin, mezheb, ol, desthilatdarî û hwd. pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navînin. Li Iraqê jî siyaseteke rojane tê kirin ku pirsgirêkên heyî bêhtir tên kûrkirin û tu çareserî nayên peydakirin. Hilbijartin jî di bin siya van pirsgirêkan de tên kirin. Hibijartina 10’ê cotmeha 2021’an ne hilbijartineke rewa bû û nûnertiya gel nedikir. Gel tev li vê hilbijartinê nebû. Rêjeya tevlibûna hilbijartina Herêma Federal a Kurdistanê ji sedî 30 bû. Li Iraqê jî heman tişt hebû. Ev rewş jî nîşan dide ku di navbera gel û saziyên siyasetê de navbereke mezin heye. Xuyaye ku bi xema partiyên siyasî nîne bê ka gel tev li hilbijartinan bûye yan na. Ji xwe heta niha qet nehatiye dîtin ku partiyekê ji ber beşdarbûneke wiha kêm îstîfa kiribe yan jî rexnedayîn dabe. Jixwe van partiyan tu carî negotiye ku dê pirsgirêkekê çareser bikin. Tiştên diqewimin, bi temamî şerê desthilatdarî û pargirtina ji dewletê ye. Di hilbijartinên ku hemû kes têkçûyî de hemû kesî xwe weke serkeftî be nîşan da.”    DESTWERDANA NAVNETEWEYΠ   Bi domdarî Ozdemîr got ku di encama hilbijartinê de Tevgera Sadr bi 73 kursiyan bû mezintirîn koma meclisê û wiha domand: “Tevgereke polîtîke ku girseya wê heye û di dema Sedam de çendek hewldanên wê yên serhildanê çêbûn. Dirûşma wê ya sereke têkoşîna li dijî nelirêtiyê bû. Her wiha sozeke wê ew bû ku dê hikûmeta nû di bin bandora welatên derve de nebe. Lê hêj di gavên destpêkê de berevajî van sozên xwe tevgeriya. Weke mînak, qala têkoşîna li dijî nelirêtiyê dikir lê Hoşyar Zebarî yê PDK’î ku ji hêla Sadrê ve weke namzetê serokkomartiyê dihat nîşandan, dema karê Wezareta Darayî dikir ji peywirê hatibû girtin. Gotin û kirinên wê hev negirtin û peymana di navbera PDK û YNK’ê de jî xera kir. Vê yekê jî rê li ber krîzan vekir. Ji bo hilbijartina serokkomartiyê çendek hewldanên wan çêbûn lê hejmareke têrker nekarîn peyda bikin. Li gorî min Sadr roj bi roj bêqedir dibû û lewma jî serî li îstîfakirinê dan. Her wiha di vê navberê de PDK’ê namzetê xwe guherand û Rêber Ehmed weke namzet nîşan da. Lê dîsa jî nekarî bi ser keve.  Piştî îstîfakirina Sadrê jî Çarçoveya Koordînasyonê hem cihên ji Sadrê vala mayîn tije kirin û hem jî ji bo avakirina hikûmetê kete nava hewldanan. Bêguman Sadr li cihê xwe nesekinî û protestoyên ku mekanîzmayên dewletê bixitimîne pêk anîn. Di encama protestoyan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema Iraq ber bi şerekî navxweyî yê mezin ve diçû, îtxîmalekî mezin bi lihevkirineke navneteweyî û bi hinek tawîzan hatin sekinandin.”    DÊ KABÎNEYA NÛ BÊ AVAKIRIN   Di berdewamê de Ozdemîr bi lêv kir ku piştî bêencam bûna hewldanên Tevgera Sadrê yên ji bo hilbijartina serokkomariyê, bi pêşengtiya Çarçoveya Koordînasyonê bi navê Îdareya Dewletê koalîsyoneke nû hat avakirin û wiha domand: “Hemû alî di koalîsyonê de cih digirin. PDK û YNK’ê li hev nekir û heke gotin di cih de be vê koalîsyonê serokkomarek li kurdan tayîn kir. Piştî damezirandina vê koalîsyonê, di 13’ê cotmehê de serokkomar hat hilbijartin. YNK’ê nekarî Berhem Salih hilbijêre lê Îdareya Dewletê ji YNK’ê Latîf Reşîd hilbijart.”    Ozdemîr, destnîşan kir ku Latîf Reşîd yek ji dostên qedîm ên Mam Celal e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Latîf Reşîd li Iraqê bi gelek peywiran rabûye. Hevjînê Şanaz Îbrahîm Ehmed e ku yek jê bandortirîn kesayên YNK’ê ye. YNK’ê heta niha li dijî vî navî gazincek nekiriye. Berevajî vê, weke serkeftinekê nîşan da. PDK’ê jî Berhem Salih neda hilbijartin û dikare ji xwe re weke serkeftinekê nîşan bide. Anku careke din em rastî hilbijartineke wisa hatin ku hemû kesî winda kiriye lê her kes xwe serkeftî nîşan dide. Latîf Reşîd, peywira avakirina hikûmetê da Muhammed Şiya Sudanî ku Tevgera Sadr bi awayekî tund red dike. Lê Sadr li dijî encamên hilbijartinê û avakirina hikûmetê tu gazinc nekirin. Ev jî nîşan dide ku lihev kirine. Nayê zanîn bê ka aliyan li ser çi lihev kirine. Gelemperiya kesayetên dê di hikûmetê de cih bigirin hatine diyarkirin. Hindik ma e ku parlamento bicive û kabîneya nû hilbijêr e.”    ‘DIVÊ KURD DEV JI RAGEŞIYA DI NAVBERA XWE DE BERDIN’    Rojnameger Mervan Ozdemîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îxtîmaleke mezine ku dê hikûmeta tê avakirin hikûmeteke demkî be û hilbijartinên pêşwext pêk bîne. Daxwaza bingehîn a Sadrê, dubarekirina hilbijartinê bû. Dibe ku bi şertê hilbijartina pêşwext jî dengê xwe nekiribe. Em dibêjin hilbijartina pêşwext lê hilbijartinên li Iraqê û dayîna biryaran bi salan didome. Hema hema aqûbeta hemû hilbijartinan mîna hev dibe. Her hikûmetek weke amadekara hilbijartineke din rol dilîze. Nikare tu xebatekê bike jî. Di halê hazir de rewşa heyî ya Iraqê ji bo kurdan xetere ye. Serokkomarê hatiye hilbijartin, ji hêla sunî û şîayan ve hatiye hilbijartin. Heke partiyên ku rageşiya di navbera xwe de bi dawî nekin, mîna hilbijartina serokkomariyê, dê her tim hinek kesên din li ser navê kurdan biryaran bidin.”    MA / Omer Akin