Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-10-30 10:19:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Somaliyê Mogadişuyê teqîneke mezin çêbû û di encama teqînê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Ji duh ve li paytexta Somaliyê Mogadişuyê gelek teqîn pêk hatin. Serokkomarê Somaliyê Hasan Şêx Mahmûd êrişên heyî weke “êrişên terorîst” pênase kir û da zanîn ku di encama êrişan de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.