Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin 2022-12-08 12:44:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Muhsin Şikarî ê beşdarî xwepêşandanên li Tahranê bû ji aliyê rejîmê ve hat bidarvekirin.    Desthilata Dadê ya Îranê ragihand, xwepêşanderek bi navê Muhsin Şikarî ku meha îlonê di xwepêşandana li dijî qetilkirina Jîna Emînî de li Tahranê hatibû girtin û bi muharebe ango dijatiya ligel Xwedê hatibû tohmetbarkirin, îro serê sibehê hatiye bidarvekirin.   Ajansa Mîzan a Desthilata Dadê ya Îranê ragihandiye ku dadgehê biryara darvekirinê derbarê wî ciwanî de dabû û piştî ku îtîraza wî ya li dijî biryara dadgehê ji aliyê Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê ve hat redkirin, vê sibehê biryara darvekirinê hatiye dayîn.    Ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve jî ragihandiye, Muhsin Şikarî ku di xwepêşandeke meha îlonê de li ser cadeya Setarxan a Tahranê hatibû lidarxistin, bi derbên kêrê endamekê hêzên rejîmê birîndar kiribû û bi hêceta vê yekê îro serê sibehê wî darvekirine.