Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan 2022-12-18 12:02:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe Farûk Buasker da zanîn ku li gorî daneyên nefermî, tenê ji sedî 8,8 ê gelê Tunusê di hilbijartinê de dengê xwe daye.    Gelê Tunusê duh bi minasebeta hilbijartina pêşwext çû ser sindoqan. Ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê ku ji 161 kursiyan pêk tê, gel dengê xwe da. Li welêt 9 milyon û 136 hezar û 502 hilbijêr hene. Ji 7 herêmên hilbijartinê yên welêt tu serlêdan nehatin kirin û li 10 herêman jî tenê yek kesî ji her herêmê ji bo parlamenteriyê serlêdan kir. Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe Farûk Buasker piştî bidawîbûna dengdayînê, daxuyanî da. Buasker, got ku li gorî daneyên nefermî, ni sedî 8,8 a gel deng daye.    Pêşengê Eniya Rizgariya Neteweyî yê Tunusê Necîp eş-Şabî da jî got ku ji sedî 92’yê gel neçûye ser sindoqan û ev yek nîşaneya nebaweriya wan a ji rêveberiya Serokkomar Kays Saîd e.    GEL ÇIMA HILBIJARTINAN BOYKOT DIKE?    Serokkomar Kays Saîd, di 25’ê tîrmeha 2021’an de xebatên Meclisê dabû sekinandin, parêzbendiyên parlamenteran betal kiribû, di 22’yê îlona 2021’an de bi biryarnameyeke nû re rayeyên xwe berfirehtir kiribû û dezgehên rêvebirinê girêdayî xwe kiribû. Saîd, di 13’ê kanûna 2021’an de “nexşerêya xelasiya ji krîza siyasî” ragihandibû û dabû zanîn ku dê di 25’ê tîrmeha 2022’yan de referandûma guherandina Makeqanûnê û di 17’ê kanûna 2022’yan de jî hilbijartina pêşwext a giştî were kirin û heta wê demê jî dê Meclis girtî bimîne.    Di 25’ê tîrmehê de ji sedî 30,5’ê hilbijêran tev li referandûma makeqanûna nû bû û ji wan ji sedî 94,6 dengê erê bi kar anî.    Saîd, di 15’ê îlonê de qanûnên nû yên ku dê di hilbijartinên giştî yên pêşwext de bikevin meriyetê ragihand û li ser vê yekê Tevgera Nahda, Partiya Dilê Tunusê, Partiya Bizava Demokratîk, Partiya Makeqanûna Azad, Partiya Tunusê ya Afak û çendek partiyên din ên siyasî û avadaniya Eniya Rizgariya Tunusê ku ji partiyên muxalîf pêk tê li pey hev daxuyanî dan û gotin ku dê hilbijartinan boykot bikin. Gelek partiyên siyasî ji ber ku gavên Saîd demokratîk nabînin, tev li hilbijartinan nabin.