Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan 2022-12-21 19:01:34   SWÎSRE - Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ber Ofîsa NY'yê ya li Cenewreyê ket sala xwe ya 2'yan.    Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li bajarê Cenewreyê yê Swîsreyê ye, ket sala 2'yan.    Kurd û dostên wan ku ji 25'ê Çileya 2021'ê ve her çarşemê li dor konê azadiyê xwedî li pêngava "Dem dema azadiyê ye" dertên û çalakiya rûniştinê li dar dixin, doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê didin.    Di çalakiya îro de ji bo kesên di 19'ê Kanûnê de li girtîgehan, di 24'ê Kanûnê de li Mereşê û di 28'ê Kanûnê de li Roboskiyê hatin qetilkirin, deqeyekê rêz hat girtin. Girseyê pişta xwe da NY'yê û bi vî awayî bêdengiya NY'yê ya ji bo tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û êrşên Tirkiyeyê şermezar kir. Li ser navê girseyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenewreyê (CDK) Erdal Atasoy axivî.    Atasoy, bang li NY'yê kir ku li dijî şer û sûcên li hemberî mirovahiyê li gor qanûnên xwe tevbigere û wiha got: "Beriya niha bi 2 salan me ji bo bidawîkirian tecrîda li ser Rêberê me û azadiya wî li ber NY'yê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Lê em dibînin ku îro tecrîd gihaltiye asta herî jor û li hemberî gelê me veguheriye êrişên qirkirinê."    Atasoy ku bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da wiha axivî: "Derket holê ku di serdana dawî ya CPT'yê de ya li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê me re nehatiye kirin. Ev geşedan fikarên me yên têkildarî ewlehî û jiyana Rêberê me zêde dikinû bi vê re êrişên qirkirinê yên rejîma dewleta tirk a qirker li Kurdistanê didomin."    Piştî axaftinê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan tecrîdê şermezar kir.