Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe? 2022-12-30 22:22:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li ber Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê hatin ba hev, gotin “Em hemû Evîn in“ û diyar kirin ku ew ê nehêlin ser dosyeyên komkujiyên li Fransayê bê girtin.   Di ser qetlîama li Parîsê paytexta Fransayê re 8 roj buhurîn. Kar û barê cenazeyên kesên hatin qetilkirin hêj berdewam e. Gel li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya nobeta edaletê digire. Li Parîsê her roj çalakiyek tê lidarxistin. Çalakî îro li ber Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê bû.   Jinên bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li rawestgeha metroyê ya li ber wezaretê hatin ba hev, çalakiyek li dar xistin.   Bêrîvan Firat li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê axaftina destpêkê kir. Di çalakiyê de dowîzên ku wêneyên Evîn Goyî (Emîne Kara) li ser û li bin wêne jî nivîsa “Em hemû Evîn in“ nivîsandî hatin hilgirtin.   Di şexsê Evîn Goyî de ji bo bibîranîna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin û bi şûn de, aktîvîsta TJK-E’yê Medya Botan axivî. Botanê diyar kir ku hêj qetlîama 10 sal berê nehatiye ronîkirin, qetlîameke din hatiye kirin û wiha pê de çû: “Em Tevgera Jinên Kurd, careke din bang li dewleta Fransayê, Yekîtiya Ewropayê dikin; eger hûn van qetlîaman eşkere nekin, hûn ê tohmetbar bin. Em jin û gelê kurd, em ê li dijî pergalên komploger û faşîst heta bi hetayê têkoşîna xwe geş bikin û bi ser bikevin. Bila kes bi kuştinê nekeve hewila terbiyekirina me!“   Medya Botanê anî ziman ku Evînên şehîd, bi nirxên ku di warên rewşenbîrî, siyasi, civaki û parastina rewa de afirandine wê mohra xwe li sedsala 21’ê bixin û bi lêv kir ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî geş bikin.   ‘HÛN ÇIMA ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ NARAWESTÎNIN?’   Ayşe Yûmlî Yeter jî li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) axivî. Yûmliyê diyar kir ku ew hesabê xwîna hatiye rijandin dipirsin û wiha got: “Em hesabê guleya ku li serê Evînê ket, dipirsin. Hûn ê ji me re bibêjin, nijadperestek ê fransî? Em bawer nakin. Hûnê wisan gelê Fransî bixapînin? Kujer planên xwe li girtîgehê kiriye. Ew plan bi kê re kir? Ji endamên kontrgerîla yên tirk ên çûyîna serdana girtîgehê, kê hebû? Kê peywendî danî? Dibêje ku gelê kurd li dijî DAÎŞ’ê şer nekiriye. Evîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Evîn li Rojava li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê şer kir. Evîn li aliyekê şoreşa gel û jinan parast, li aliyê din jî li dijî paşverûtiya herêmê û li dijî emperyalîstan şer kir. Em ji dewleta Fransa pirs dikin; dema li Rojava bombe li nexweşxane, depoyên genim, ji girê trafoyên elektrîkê bi ser gel de dihat barandin, dewleta Fransa bi mêtingeriya Tirk re di nava hevkariyê de bû. Hîn berî du rojan jinên me yên gerîla, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin; hûn ji çima êrîşên kîmyewî narawestînin? We çima destûr da ku gule li serê Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman bikevin? Hûn hevkar in; bi mêtingeriya tirk re hevkariyê dikin.”   Ayşe Yûmlî Yeterê bang li Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê kir û got: “We duh dosyaya Sakîneyan girt; têkoşîna jin û gelê kurd nerawesta, îro jî em ê destûr nedin ku dosyeya Evînê bê girtin. Em jin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşiyane, em ê hesab ji Fransa û mêtingeriya tirk bipirsin.“   ‘EV NE ÊRÎŞEKE NÎJADPEREST LÊ ÊRÎŞEKE BI TERORÎ YE’   Nûnera Konfederasyona Kedê ya Navneteweyî (Confederastîon Natîonale du Travaîl-CNT) û Berdevka Koordînasyona Jinan a Navneteweyî ya Fransayê Sûzy Rojtman jî axivîn. Sûzy Rojtmanê wiha got: “Tu kes nikare bi me bide bawerkirin ku ev bûyer tesaduf e. Ya li wir hat kuştin, nûnera jinên Kurd bû û timî di hedefê de bû. Hem jî dema ji bo komkujiya berê 10 salan amadekariya çalakiyek dihat kirin, êrîşê saziyeke Kurdan hat kirin. Dewleta Fransayê nikare bibêje ku ev êrîşeke ji rêzê û nijadperestî e. Ev êrîşeke terorî ye. Dewleta Fransayê divê li vê xakê destûra tu êrîşan nede. Divê yên li pişt van êrîşan bên eşkerekirin. Di hemû çalakiyên vê pêvajoyê bên kirin de, em ê bi jinên Kurd re bin.”   Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.