Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin 2023-01-08 18:15:32   NAVENA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson da xuyakirin ku ew ê nikaribin hemû daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo endametiya NATO'yê bi cih bînin.   Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson li ser daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo endametiya NATO'yê daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya AFP’ê Kristersson wiha got: “Tirkiyeyê teqez kir ku em çi dibêjin em ê bikin, lê di heman demê de tiştên ku em nikarin bikin û em naxwazin bikin, dixwazin. Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin.”   Krîstersson diyar kir ku Tirkiye nizane wê kengî dengdana Swêdê ya ji bo wergirtina NATO'yê li parlamentoyê were kirin.