Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû 2023-02-25 19:18:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna G20'ê ya li Hindistanê, bêyî ku di mijara Ûkraynayê de li hevkirinek çêbibe, bi dawî bû.    Civîna G20'ê ya li Hindistanê, bi dawî bû. Civîn li Bengalûrûyê hat lidarxistin. Civîna Wezîrên Maliyeyê yên G20'ê û Serokên Bankeya Navendî, bêyî ku di mijara Ûkraynayê de lihevkirine çêbibe bi dawî bû. Rûsya û Çînê nexwestin şerê li Ûkraynayê di belegeyeke talî de bê pênasekirin. Di belgeya talî ya di dawiya civînê de hat belavkirin, hat destnîşankirin ku di mijarê şerê li Ûkraynayê de lihevkirinek çênebûye.