Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e 2023-03-01 21:46:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Roja duduyan a di "Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo cîhanê" de biryardariya "Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelên bindest e, em ê ji Başûrê Afrîkayê daxwaza ji bo azadiyê bêhtir bînin ziman” derket pêş.   Kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela têkoşiyane, her wiha parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdarî konferansê bûn.   Di beşa yekemîn a konferansê de têkildarî hewldanên jinan ji bo bidestxistina azadiyê, bandora pirsgirêkên jinan li ser siyaset û civakê, sekinandina li hember sîstema baviksalar bi rêya şoreşê, şoreşa jinan di siyaset û demokratîkkirina civakê de, têkoşîna azadiya jinan û tecrûbeyên erebî, afrîkî û tirkî, nîqaş hatin kirin. Beşa yekemîn, ji aliyê Sydney Lockett ve hat birêvebirin.   Her wiha Dr. Ruchî Chaturvedî axivî û behsa tundiya li dijî jinan û êrîşên di şexsê jinan de li dijî civakan tên kirin, kir û diyar kir ku divê bi rêya yekitiya jinan li hember hemû rengên tundiya li ser jinan di civakan de bê sekinandin.   Piştre Rihan Şêxmûs axivî û bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rizgarkirin û pêşxistina jinan de û hêvî kir ku konfernas ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kar bike. Rîhan, qala jineolojiyê jî kir.   Rihan, her wiha behsa rewşa Sûriyeyê beriya şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyasetên rejîma Baasê yên li dijî jinan kir û got: “Her jinek ji bo maf û gelê xwe têdikoşiya, dihat destgîrkirin.”   Rîhan, destnîşan kir ku rêxistina jinan a yekemîn a li Sûriyeyê ku ji bo mafên jinan kar dike, di 2005`an de bi navê Yekitiya Star hatiye avakirin. Rîhanê, anî ziman ku Kongra Star ji bo bipêşxistina civakê, avakirina malbatên demokratîk û pêkanîna hevjiyana azad di navbera jin û mêran de, perwerde û akademiyan ji xwe re dike esas.   Nûnera Rêxistinên Jinan a Afrîkaya Başûr Seeham Samaaî jî jî bal kişand ser rewşa jinan li Afrîka, Tirkiye û welatên Ereban û diyar kir ku jin li wan deveran jiyanek zehmet dijîn.   Di dawiya beşa yekemîn de mamosteya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Western Cape, Prof. Dr. Karin Chînnîan ya ku di warê mafên mirovan, pirrengiya civakî de gelek lêkolîn kirine û alîkarî daye gelek rêxistinên ne hikumî yên têkildarî mafên mirovan û edaletê, axivî.   Prof. Karîn, destnîşan kir ku jin li dewletên ereban, Tirkiye û Afrîkayê rastî zilm, zordestî, tundî û neheqiyê tên.   Karîn got dema wê berhemên nivîskî yên Ocalan ên têkildarî jinan xwendine, bandoreke mezin lê bûye û bal kişand ser rola fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan de. Her wiha anî ziman ku eger jin azad nebe, civak azad nabin û gotina Rêber Ocalan a “Rizgarkirina jinan bingehê rizgarkirina civakê ye” bi bîr xist.   Piştî axaftinan niqaşên beşdaran ên têkildarê gavên pêwîst ji bo rizgarkirina jinan û sûdgirtina ji tecrubeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gorî fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dewam kir.   Beşa duyemîn a konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan, aştî û istiqrar ji bo  cîhanê" Abdulselam Ahmed bi rê ve bir. Di wê beşê de projeyên neteweya demokratîk, rêveberiya xweseriya demokratîk û avakirina aboriyê, her wiha konfederaliya demokratîk ku çareya Rojhilata Navîn e û Rêveberiya Xweser wek model hatin niqaşkirin. Her wiha li ser sîstemên nû yên aboriyê, gihandina civakeke azad bipêşxistina aboriya civakî li Rojhilata Navîn û tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin niqaşkirin.   Axaftina destpêkê ya nûnerê Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebduselam Ehmed bû. Ehmed, behsa siyasetên Partiya Baasê li Sûriyeyê, çawaniya çewisandina Kurdan û mehrûmkirina wan ji mafên wan, kir.   Ehmed, diyar kir ku krîza li Sûriyeyê dema Kurdan xwe spart xeta sêyemîn dest pê kir û wiha got: "Ji ber ku şerê li Sûriyeyê veguherî şerê mezhebî di navbera hikumeta Şamê û Îslama siyasî ya bi nûnertiya Îxwan El Mislimîn ku bû sedema destwerdana dewleta tirk a dagirker li kar û barên Sûriyeyê, Kurdan xwe spart xeta sêyemîn."   Ebduselam Ehmed, wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan a li ser neteweya demokratîk e. Ev fikir, mafên hemû gelan dûrî nijadperestî, keysbazî û dûrxistinê, misoger dike."   Her wiha lêkolînerê Rêxistina Eilrich, Shawn Hattingh behsa çawaniya bikaranîna aboriyê di kontrolkirina gelan de ji hêla sîstema kapîtalîs ve, kir û got: "Sîstema kapîtalîst, xwe dispêre qezenca mezin  û bi pereyan mirovan kontrol dike."   Hatting diyar kir ku mafên karker û pêdiviyên xwe li gel kapîtalîzmê ne tiştên bingehîn in û wiha domand: "Kapîtalîzm, girîngiyê bi  jîngeh û çandiniyê nade, lê bi rêya kargehên zêde jîngehê qirêj dike. Ji lew re pêdivî bi xwespartina li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye."   Her wiha berdevka PYD′ê Sema Bekdaş behsa aboriya civakî ku alternatîfa sîstema qezenca mezin ku sîstema kapîtalîst xwe dispêrê kir û got: "Êdî sîstema kapîtalîzmê penceşêrek e ku li her derê belav bûye û zirarê dike, ji lew re divê em xwe bispêrin fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a parastina jîngehê û têkbirina keysbaziyê û kontrolkirina keda welatiyan."   Sema, behsa modela aboriya civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koperatîfan kir û çawaniya pêkanîna aboriya civakî û dayîna giringiyê bi peydakirina pêdiviyên gel, şîrove kir.   Bi pişt re nîqaşên li ser vê beşê berdewam bûn.