Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû 2023-05-11 15:20:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Porta Romana ya bajarê Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû.    Li Porta Romana ya bajarê Îtalyayê Mîlanoyê ji ber sedemeke nediyar teqîneke mezin çêbû. Hat ragihandin ku di teqînê de agir bi wesayîtekê ketiye. Her wiha wesayîta li rex wesayîta şewitî jî ji teqînê bibandor bû. Piştî teqînê, ewrên reş li ser bajar bilind bûn û dibistanek bi temamî hate valakirin.