Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin 2023-05-20 11:50:08 WAN - Hate diyarkirin ku li Îranê 3 girtiyên sewqî Girtîgeha Qazalhasar hatin kirin di saetên serê sibê de hatine darvekirin. Li dijî vê yekê gel li gelek bajaran daket kolanan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.    Hate diyarkirin ku girtiyên bi navê Saeed Gravand, Shahab Gravand ve Samad Gravand sewqî Girtîgeha Qazalhasar a li bajarê Karaj ê Îranê hatin kirin di saetên serê sibê de hatine darvekirin. Li dijî darvekirinan gel li gelek bajaran daketin kolanan û ev rewş şermezar kirin. Gelê ku di serî de li İsfahan, Tahran, Karaj, Zahîdan, Meşhed li gelek bajaran daketin kolanan dirûşmeyên “Ji dîktator re mirin” , “Sond dixwin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” , “Em ê xizantî û bihabûnê têk bibin” , “Ji Hamaney re mirin” li kolanan agir vêxist û çalakî li dar xist.