Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû 2023-05-21 10:10:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja ewil a tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de li Swîsreyê 18 hezar û 994 hilbijêran dengê xwe dan.    Ji bo dengdayîna di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarê de li gelek navendên derveyî welat sindoq hatin danîn. Li kantonên Bern, Cinêw û Zurîh ên Swîsreyê jî duh 31 sindoq hatin danîn û hilbijêran dest bi dengdayînê kirin. Di roja ewil a dengdayînê de li Bernê 3 hezar û 662, li Cinêwê 4 hezar û 830 û li Zurîhê jî 10 hezar û 502 hilbijêran dengê xwe dan. Bi vê yekê re di roja ewil a hilbijartinê de bi giştî 18 hezar û 994 hilbijêran dengê xwe dan.    Di tûra ewil a hilbijartinê de li seranserî Swîsreyê 6 hezar û 232 hilbijêr çûbûn ser sindoqan. Li Swîsreyê 105 hezar û 821 hilbijêr hene. Ji hilbijêran ji sedî 56,7 di tûra ewil de neçûn ser sindoqan.    ENCAMÊN TÛRA EWIL   Kemal Kiliçdaroglû: % 57.61 (24.827 deng) Tayyîp Erdogan: % 40.3 (17.368 deng) Muharrem Înce: % 0.72 (310 deng) Sînan Ogan: % 1.37 (591 deng)   ***   Tifaqa Cumhur: %40.97 Tifaqa Milet: %28.58 Tifaqa Ked û Azadiyê: %28.05 Tifaqa Ata: %0.76 Tifaqa Yekitiya Hêzên Sosyalîst: %0.41   ***   AKP: %30,3 CHP: %26,1 Partiya Çepên Kesk: %24,9 MHP: %8,5 TÎP: %3,5 Partiya Îyî: %2,4 Partiyên din: %4,3