Li Astanayê civîna çar alî 2023-06-20 13:36:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiyeyê, Rûsya, Îran û Sûriyeyê cara 20’emîn li Astanayê civiyan   Cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiyeyê, Rûsya, Sûriyeyê û Îranê li paytexta Kazakistanê Astanayê li hev kom bûn. Civîn bi lîderiya Rûsyayê pêk tê û ji bo têkiliyên Sûriyeyê û Tirkiyeyê asayî bibin ev civîna 20’emîn e tê lidarxistin. Hevdîtinên heta îro hatin kirin, nebiserketî bi encam bûn.    CIVÎN DU ROJ DIDOME    Hevdîtin ango civîn dê du rojan bidome. Civînê saet di 7’an de dest pê kir. Tê payîn di wê li ser guhertina hêrmî ya Sûriyeyê û têkildarî geşedanên li qadê wê biaxivin. Her wiha veger û şert û mercên penaberên Sûriyeyê jî di rojeva civînê de cih digire. Tê payîn ku bi van hevdîtinanan têkiliyên navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê wê werin îstîşarekirin.    Cîgirê Wezîrên Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov ku bi şandeyan re rûnişt wiha got: “Em niha bi asayîkirina têkiliyên Şam û Enqereyê ve mijûl in. Pêvajoyek gelek girîng e. Di nava van 12 salên bihûrî de gelek pirsgirêkên derketin. Di 10’ê gulanê de li Moskovayê Wezîrên Karên Derve li hev civiyan. Niha jî em li ser ‘nexşerêya’ vê pêvajoyê dixebitin.”    Hê nehatiye zelalkirin wê di navbera Tirkiyeya ku êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne de û Şamê de muzakereyek çawa bê kirin.