Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn 2023-06-21 16:25:47   ENQERE - Di hevdîtinên Astanayê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef hate girtin. Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Qazaxistanê piştî hevdîtinan daxuyaniyek da û xwest ku civînên Astanayê bên bidawîkirin.    Cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê li paytexta Qazaxistanê Astanayê têkildarî Sûriyeyê 20’emîn hevdîtinên Astanayê li dar xistin. Hevdîtin, bi dawî bûn. Civîn, duh dest pê kiribû û îro jî di rûniştina sereke de danezanek hate weşandin.    Di danezanê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi van gotinan hedef hate girtin: “Welatên garantor, careke din diyar kirin ku li dijî dahatên petrolê yên aydê Sûriyeyê ku bi rêyên derqanûnî tên bidestxistin û tên transferkirin in. Hewldanên rêveberiya derqanûnî ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de, welatên piştgiriyê didin terorîstan hatin şermezarkirin.”    BAL KIŞANDIN SER ÎSRAÎLÊ   Di danezanê de her wiha qala pevçûnên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de hate kirin û hat destnîşankirin ku êrişên Îsraîlê hatine şermezarkirin. Bi domdarî hate gotin ku rola Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê girîng e û ev tişt hatin parvekirin: “Welatên garantor bang kirin ku heke Sûriye çêker nêz bibe, bila 9’emîn Civîna Komîsyona Nivîsandina Komîteya Destûra Bingehîn di zûtirin demê de dest pê bike. Her wiha ji bo penaberên sûriyeyî bi awayekî ewle û bi îradeya xwe vegerin welatê xwe, divê dewletên din jî piştgiriyê bidin.”    QAZAXİSTANÊ XWEST BI DAWÎ BIBE   Li gorî nûçeya Reutersê; Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Qazaxistanê Kanat Tumysh xwest ku civînên Astanayê bi dawî bibin. Tumysh, ev tişt anî ziman: “Sûriye gav bi gav ji îzolasyona heyî derdikeve û ev yek nîşan dide ku pêvajoya Astanayê peywira xwe temam kiriye. Sûriye dîsa vegeriya Yekitiya Ereban. Lewma jî em pêşniyar dikin ku ev civîna 20’emîn a Astanayê bibe civîna dawî.”    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî piştî hevdîtinan daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ew ne li gel bidawîkirina muzakereyan in.    Muzakerevanê rûs Alexander Lavrentyev têkildarî mijarê wiha got: “Em nikarin bibêjin pêvajoya Astanayê bi dawî bû. Lê heke aliyê qazaxan bixwaze em hevdîtinan li devereke din li dar bixin, wê demê em ê vê mijarê binirxînin û cihekî din hilbijêrin.”