Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê 2023-06-22 20:42:42       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor lêkolînekê, pênc sal in ku cara çaran e Viyana dibe bajarê herî baş ê cîhanê.   The Economistê ku kovareke îngilîz a heftane ye, lîsta bajarên herî baş ragihand. Viyana ya paytexta Awûstûryayê, di nava pênc salan de cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê.   Nivîskarên lêkolîn û analîzê yên The Economîstê îdia kirin ku Fransa ji ber xwepêşandanên li dijî reformê bajarên Fransayê di lîsteya bajarên herî paşdeçûyî de ne. Rêza Parîsê sala 2022’yan 19 bû, îsal bû 24’emîn, Lyon jî ji rêza 25’emîn ket rêza 30’yemîn.   Endeks, li gor îstiqrar, pergala tenduristiyê, jîngeh û çand, perwerdehî û binesaziyê tê kirin.   Viyana, hema bibêje di van hemû waran de, kombînasyoneke îdeal pêşkêş kiriye, bi tenê ji ber nebûna çalakiyên mezin ên werzişê hatiye “cezakirin”. Piştî Viyanayê Kopenhag hat.   Her wiha li gor xwepêşandanên li hin bajaran hatine kirin, di serî de Ewropa, li gelek bajaran ji aliyê îstiqrarê ve reytîng ketiye.   Li Asya û Okyanûsyayê bajarên di nava salekê herî pir bi pêş ve çûne ev in: Wellîngton (Zellandaya Nû) 35’emîn, Hanoî (Vîetnam) 20’emîn, Kûala Lûmpûr (Malezya) 19’emîn.   Şam, ji sala 2015’an ve bajarê herî nexweş e ku mirov lê dijîn.