Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin 2023-06-24 09:06:22   ENQERE - Aktivîst Naeema Asadî, diyar kir ku li Afxanistanê jin bêyî mêran nikarin derkevin derve û got: "Lê dê têkoşîna jinan a li dijî hemû zext û zoriyan bidome."    Li Afxanistanê piştî ku Talîbanê di sala 2021'ê de car din rêveberiya welat bi dest xist, jin ji ber qanûnên şerîatê bi cezayan re rû bi rû dimînin. Jin hem rastî tahdeyên qanûnên şerîatê tên hem jî ji hemû mafên civakî û perwerdehiyê bêpar tên hiştin. Li gel vê, têkoşîna li dijî van zextan û şidetê jî didome.    Aktivîst Naeema Asadî pirsgirêkên jinan ên li Afxanistanê û têkoşîna wan a li dijî van pirsgirêkan nirxand.    'AFXANISTAN GIRTÎGEHEK E'   Asadî anî ziman ku li Afxanistanê rewşa jinan qet nebaş e û got: "Afxanistan ji bo hemû kesên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin girtîgehek e û bi taybetî jî jin bê parastin in. Jinên afxan tenê nayên qamçîkirin û şewitandin, di heman demê de li wan jî tê xistin. Ev tişt, ji bo jinên li gundan dijwartir in. Ji lew re, feraseta Talîbanê bi mêrên afxan re jî heye. Piraniya dîmenên şidetê yên li ser medyaya civakî, delîlên tahdeya Talîbanê ne."    CEZA LI MALBATÊN JINÊN BERXWEDÊR TÊ BIRÎN   Asadî ragihand ku jinên ku guh li ferzkrina çarşefê û sergirêdanê nakin, ceza li zilamên malbata wan tê birîn û got: "Li gor qanûna Talibanê, jinên ku guh li pîvanên çarşef û sergirêdanê nakin, birayên wan, hevjînên wan û bavên wan jî tên cezakirin. Li Afxanistanê mêr li hember vê qanûnê bûne du beş. Di nabera van her du beşan de ferqeke mezin heye. Li hêlekê beşeke mêran a ku jinan fêm dike, rêzê li jinan digire û îslamê wekî amûrekê bi kar nayne heye, li hêla din jî beşeke mêran a nexwende û xwedî feraseta Talîbanê û jinan wekî koleyên seksê dibînin heye."    'JIN BÊYÎ MÊRAN NIKARIN DERKEVIN DERVE'   Asadî destnîşan kir ku piştî ku Talîban rêveberiya welêt bi dest xistiye aboriya welêt xirabtir bûye û wiha pê de çû: "Wekî ku welat malê wan be wiha tevdigerin û tenê rêveberiyeke li gor berjewendiyên wan heye. Mesela, gava em li helwesta ÛNAMA'yê (Mîsyona Siyasî ya Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) mêze dikin, bêyî bejewendiyên xwe têkoşîna jinê bilêv nakin û tu qîmetê nadinê. Talibanê bi lewazkirina hêza aborî ya gelê afxan re, jinan bêparastin kiriye. Beriya Talîbanê gava mezinê malê bimirana, di warê aborî de serbixwebûneke jinan hebû, lê Talîban dest danî se rhemû mafên civakî û perwerdehiyê yê jinan. Niha dest ji mafê perwerdehiyê yê jinan berde, jin bêyî bav, bira, ap an jî xalan nikarin ji malê derkevin."    TÊKOŞÎN   Asadî diyar kir ku Talîban di warê hedefgirtina pêşengên jin ên têkoşer de Îranê texlîd dike û got: "Bê şik û guman, Talîban di warê jinan de Îranê texlîd dike. Tew ji Îranê wêdetir jî çûye. Talîan, dixwaze bi gefan jinan dîl bigire. Lê heya niha jinan dest ji têkoşîna xwe ya li dijî van zext û gefan bernedaye û dê bernedin jî. Hêvîdar im têkoşîn xurttir bibe û jin mafên xwe bi dest bixin."    MA / Stêrk Sutçu