Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin 2023-06-30 14:20:16 NAVENDA NÛÇYENA - Li Fransayê serhildana ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ji aliyê polîsan ve dest pê kir, di şeva sêyemîn de bêhtir dijwar bû. Şaredarî, wesayitên giştî, firoşgeh, wesayit û dibistan hatin şewitandin. Herî kêm 667 kes hatin binçavkirin. Zarokê ji Cezayîrê yê 17 salî roja sêşemê bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û kuştin. Piştî ku dîmen li medya dîjîtal belav bûn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.   Polîsê kujer hate binçavkirin, dozgeriya komarê xwest bê girtin. Polîs ji malbata zarok efû xwest.   DI NAVA ŞEVEKÊ DE 667 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Bûyerên tundiyê di şeva sêyemîn de jî dewam kir. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê li tevahiya welêt nêzî 40 hezar hêzên ewlekariyê hatin wezîfedarkirin. Ji wan 5 hezar li Parîsê hatin wezîfedarkirin.   Li gorî wezaretê di şeva pêncşem-înê de 307 jê li herêma Parîsê bi giştî 667 kes hatin binçavkirin. Wezaretê her wiha diyar kir ku 249 polîs û leşker birîndar bûn, li ser xwepêşandêrên birîndar agahî nehate dayîn.   OTOBUS, ŞAREDARÎ, DIBISTAN, FIROŞGEH HATIN ŞEWITANDIN   Li bajarên Lyon, Grenoble, Saînt-Êtîenne an jî Annecy otobusek hate şewitandin, kevir li tramvayê hatin barandin, wesayit hatin şewitandin, şaredarî, kreş û dibistan bûne hedefa êrişan. Di nava deverên hatin şewitandin de kreş û qereqolên polîsan jî hene.   Tê gotin ku xwepêşandêrên protestoyî her wiha êriş birine ser rojnamevanan. Le Fîgaro diyar kir ku êriş li du rojnamevanên wan hatiye kirin. Hate ragihandin ku telefona yek ji van rojnamevanan hatiye dizîn, rojnamevanê din jî ji ber tundiyê bi lez rakirine nexweşxaneyê.   Wênekêşekî rojnameya Lîberatîon û du rojnamevanên din jî bûn hedefa çalakgerên protestoyî.   Li banliyoya Aûbervîllîersê ya Parîsê 11 otobus hatin şewitandin.   LI PARÎSÊ LI 1569 DEVERAN ŞEWAT HATE DERXISTIN   Midûriyeta Polîsan a Parîsê diyar kir ku li navenda bajêr bi şev hezar û 569 dever hatin şewitandin.   BÛYERÊN TALANKIRINÊ   Li gorî gelek dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, gelek firoşgeh û banka hatin şewitandin û bûyerên talankirinê zêde bûne.   LI BELÇÎKAYÊ JÎ BELAV BÛ   Serhildana li Fransayê li Belçîkayê jî belav bû. Li ser banga li ser medya dîjîtal hate kirin di şeva pêncşem-înê de li gelek komunên Brukselê ciwan daketin qadan. Li gorî Midûriyeta Polîsan a Brukselê bi giştî 64 kes hatine binçavkirin.