Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin 2023-07-03 11:31:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya çalakiyên protestoyî yên li Fransayê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyan, di nava 6 rojan de herî kêm 5 hezar wesayît û hezar avahî hatin şewitandin û zêdetirî 5 hezar kes hatin binçavkirin.    Zarokê cezayîrî yê bi navê Nahel M. di 27’ê hezîranê de li Fransayê bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Bi qetilkirina Nahel M. re çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û li gelek deveran belav bûn. Cenazeyê Nahel M. di roja şemiyê de li banliyoya Nanterre ya Parîsê bi merasîmekê hate veşartin. Hikûmeta Fransayê ji bo bidawîkirina çalakiyan 45 hezar cendirme û polîs xistin nava liv û tevgerê. Çalakiyên protestoyî di roja 6’an de jî berdewam kirin.    Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir,  di şeva 6’an de 157 kes hatin binçavkirin. Li ser rêya cemaweriyê 352 caran agir hate dadan, 297 wesayît û 34 avahî hatin şewitandin. Li banliyoya Creteîlê ya Parîsê jî bi fîşekên hewayî êriş li ser avahiya dadgehê hate kirin.   Di roja duşemê de li gelek bajaran li dijî dibistanan êriş hatibûn kirin û bi vê hincertê jî dê dibistan girtî bimînin. Asta protestoyan li gorî 5 şevên bihûrî, di şeva şeşemîn de kêmtir bûn.    BÎLANÇOYA ŞEŞ ROJAN   Di nava şeş rojan de zêdetirî 5 hezar û 300 wesayît û 10 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin. Agir bi zêdetirî hezar avahiyan hate xistin. Li dijî qereqolên polîsan û cendirmeyan 250 êriş hatin kirin. Zêdetirî 700 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.   HEJMARA BINÇAVKIRIYAN   Hejmara kesên ji destpêka çalakiyan heta niha hatine binçavkirin jî hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku di nava şeş şevan de 3 hezar û 354 kes hatine binçavkirin.    CEZA LI POLÎSÊ ZAROK QETIL KIRÎ HATE BIRÎN   Di vê navberê de rastgirê tund Jean Messîha ji bo polîsê ku zarok qetil kirî kampanya da destpêkirin û 800 hezar euro kom kir. Hate ragihandin ku ev pere wê ji malbata polîsê girtî re bê dayin. Gelek kesan ev alîkarî weke xelatkirina polîs nirxandin.    Rastgirên tund ev bûyer ji xwe re kirin firsend û hîn bêhtir xwe nîşan dan. Li Lyonê komek ji rastgirên tund li pêşiya şaredariyê li hev kom bûn û bi destwerdana polîsan hatin belavkirin. Koma nîjadperest dirûşmên “Em li mala xwe ne” û “Fransa ya fransiyan e” berz kirin.