Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin 2023-07-05 12:25:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan yewnan bi ser Kampa Lavrioyê de girtin ku gelek kesên ji Tirkiyeyê sirgûn bûne li wir dimînin. Di serdegirtinê de 50 penaberên kurd hatin binçavkirin û tê gotin ku dê bişînin kampên cuda.    Polîsan Yewnanistanê îro di danê sibehê de bi ser Kampa Lavrioyê de girtin ku gelemperî penaberên kurd li wir dimînin. Polîsan di dema serdegirtinê de derî û pace şikandin û di nav de jin û zarok jî bi giştî zêdetirî 50 penaberên kurd bi darê zorê ji kampê derxistin. Tê gotin ku dê binçavkirî li kampên cuda bên veguhestin û niha di bin çavan de ne. Hêjayî gotinê ye ku ev serdegirtin beriya civîna NATO’yê hate kirin. Çapemeniya girêdayî hikûmeta Yewnanistanê jî penaberên siyasî yên kurd weke “terorîst” pênaes kir. Ev serdegirtin jî ji bo dewleta tirk weke jestekê hate pêşkeşkirin.    KURD DÊ PROTESTO BIKIN    Li hêla din, Wezareta Penaberan a Yewnanistanê weke ku penaberan bi dilxwazî kamp vala kiribe daxuyanî da. Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê jî ev îdia derewand û ji bo protestoyên îro banga tevlibûnê kir. Penaberên li kampê dimînin û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê kiriyara polîsên yewnan û Wezareta Koçberiyê şermezar kirin û dê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidin. Her wiha dê kurdên li Yewnanistanê îro saet di 17.00’an de li pêşiya Akademiya Atînayê vê helwesta polîsên yewnan protesto bikin.