NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e 2023-07-12 19:46:47       NAVENDA NÛÇEYAN - NY, di raporeke xwe de îşaret bi metirsîdarbûna tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê kir. Roportorê Taybet Reem Alsalem, bang li Tirkiyeyê kir ku demildest li Peymana Stenbolê vegere.   Rûniştinên Mafên Mirovan ên 53’yemîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku 19’ê Hezîranê dest pê kir, li Avahiya NY’yê ya li Cenevreyê berdewam in. Di çarçoveya rûniştinan de, Raportor Reem Alsalem, têkildarê tundiya li dijî jinan û zarokên qîzîn ên li Tirkiyeyê raporek weşand. Rapora ku wê di rûniştinan de li ser bê sekinandin, têkildarê tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê ye.   JI 10 JINAN 4 JÊ RÛ BI RÛYÊ TUNDIYÊ DIBIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê hem di warê taybet hem jî di yê giştî de tundiya li jinan tê kirin berdewam e û hat diyarkirin ku ji 10 jinan 4 jê tundî li wan dibe.   Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin: “Li gor çavkaniyên hikûmetê, navbeyna salên 2010-2020’an li Tirkiyeyê herî kêm 3 hezar û 175 jin hatine kuştin. Ev hejmar ji ya sala 2021’ê 300 car zêde ye. Rêjeya rastîn a kuştina jinan gelek zêdetir e. Têr baş parastina jinên mexdûrên tundiyê ne, nayê kirin. Rêjeya mirina bi guman a jin û zarokên qîzîn û kişkişandina ber bi xwekuştinê ve metirsîdar e. Tundiya nava malê li Tirkiyeyê berbelav dibe. Li gor daneyên hatine peydekirin, li Tirkiyeyê ji sedî 12’ê hemû jinên mehrkirî, di çaxeke jiyana xwe de, ji sedî 5 jî sala 2014’an rû bi rûyê tundiyê bûne.”   TUNDIYA LI DIJÎ JINAN DI SIYASETÊ DE   Di raporê de behsa tundiya li dijî jinan a di warê siyasetê de jî hat kirin û hat bibîrxistin ku di kabîneya Serokkomariyê de bi tenê jinek heye.   Di raporê de her wiha hat gotin ku zewicandina zarokan bi dilê dewletê ye û zêdeyî ji sedî 26ê jinan beriya 18 saliya xwe û bêyî dilê xwe tên zewicandin.   GEFA KUŞTINÊ LI JINÊN TÊKOŞER TÊ XWARIN   Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de jin û zarok; jinên Kurd, penaber û koçber, jinên biasteng, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel di bin rîska rûbirûbûna tundiyê de ne.   BILA TIRKIYE DEMILDEST LI PEYMANA STENBOLÊ VEGERE   Di raporê de, Raportorê Taybet Reem Alsalem destnîşan kir ku divê Tirkiye demildest li Peymana Stenbolê vegere û bal bi ser wê yekê de hat birin ku divê dev ji pêkanîna qanûnên “têkoşîna li dijî terorê” li dijî jinên mafparêz bê berdan da ku bikarin xebatên xwe yên rewa bi serbestî bikin.