Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan 2023-08-13 16:58:50   WAN - Rojnameger Nazila Maroofian ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû û hatibû girtin, cara duyemîn bi kefaletê hate berdan.    Rojnameger Nazila Maroofian ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re cara duyemîn ji hêla rejîma Îranê ve hatibû girtin, hate berdan. Maroofîan di 9’ê tîrmehê de li mala xwe ya li Tehranê hatibû binçavkirin û piştî 36 rojên girtîgehê, bi kefaleta 300 milyon riyalê Îranê hate berdan.    ÇI BÛBÛ?    Rojnameger Maroofian ji ber hevpeyvîna bi bavê Emînî, Amjad Emînî re hatibû girtin û di 9’ê çileyê de bi kefaletê hatibû berdan. Hêj danişîna dozê nehatibû kirin ku du sal cezayê hefsê li Maroofian hatibû birîn.    Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, rojnameger Maroofian a 23 salî bi îdiayên “Propagandaya li dijî rejîmê” û “Raya giştî sor kir û nûçeyên derew parve kir” darizandibû.    Ji bo îfadeyê li Dozgeriya Evînê bide, di 9’ê tîrmehê de bang li Maroofian hatibû kirin û cara duyemîn li Tehranê hatibû girtin.