Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike 2023-08-15 16:08:07 WAN - Lîstikvan Mohammad Sadeghî di 16’ê tîrmehê de dema polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê yên li ser jinan di weşana zindî de rexne dikir, hate binçavkirin. Rejîm, nahêle Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.    Lîstikvan Mohammad Sadeghî dema li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal zextên rejîmê yên li ser jinan di weşana zindî de rexne dikir, di 16’ê tîrmehê de li mala xwe ya li Tehranê hate binçavkirin. Piştre jî hate girtin û sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin. Rejîma Îranê nahêle Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Nayê zanîn bê ka dê lîstikvan Sadeghî derkeve pêşberî dadger. Malbata Sadeghî ji bo kurê wan bi kêferatê were berdan serlêdan kir lê ev daxwaz hate redkirin.