Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin 2023-09-03 13:03:33     WAN - Li gorî rapora tebaxê ya Hengawê; di nava mehekê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin û 264 kes jî hatin girtin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rapora xwe ya meha tebaxê ya Îranê parve kir. Li gorî vê yekê; di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin. Ji kesên hatine bidarvekirin 16 jê beluc, 10 kurd û 8 jî tirk in.    Li gorî raporê; di meha tebaxê de li seranserî welêt herî kêm 264 kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin 116 jê kurd, 22 jê gilak, 20 jê tirk û 14 kes jî belûc in. Bi domdarî hat destnîşankirin ku ji kesên hatine girtin herî kêm 36 jê jin û 11 jî zarok in. Ji jinên hatine girtin 15 jê kurd û 11 jî bahaî ne.    Li gorî raporê, di meha tebaxê de herî kêm 6 rojnameger û 7 hunermend û aktor hatin girtin.