Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin 2023-09-17 13:02:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê balafireke ku 12 turîst û 2 murettebat tê de bûn, ket. Di qezayê de tu rêwî xelas nebûn.    Li eyaleta Amazonas a li bakurê Brezîlyayê balafireke biçûk a bi tîpa Embraer Bandeirante ku 12 turîstên brezîlyayî û 2 murettabat tê de bûn, kete xwarê. Waliyê Eyaleta Amazonasê Wîlson Lîma têkildarî qezayê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku di qezayê de tu rêwî xelas nebûne. Hat ragihandin ku di dema qezayê de baraneke zêde dibariya.    Sekretereê Ewlekariyê yê Amazonasê Vinicius Almeida jî wiha got: “Li gorî agahiyên destpêkê yên hatine bidestxistin, ji ber barîna barana zêde balafirê pêşiya xwe nedîtiye û dema dixwest dade Barcelosê ketiye.”